Li apartmanê jî nehatibû hilbijartin

Salîh Akman ê AKP'î ku YSK'ê ew kir Şaredarê Tûşbayê, derket holê ku berî 2 salan ketiye hilbijartina ji bo rêveberiya apartmana xwe, lê li apartmanê jî nehatiye hilbijartin.

Li navçeya Tûşba ya Wanê, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariyê Yilmaz Berkî û Ayşe Mînaz, 53 ji sedî yê dengan wergirtin û hatin hilbijartin. Namzetê AKP'ê Salîh Akman jî 39 ji sedî yê dengan wergirt. Lê belê bi destê YSK'ê darbe hate kirin û şaredarî hate desteserkirin û radestî namzetê AKP'ê hate kirin. Salîh Akman ê ku demekê di hilbijartina rêveberiya apartmanê de jî nehate hilbijartin, bêyî li ber xwe bikeve bi lez û bez mazbata wergirt.

YSK'ê bi bahaneya 'bi biryarnameyê ji kar hatiye dûrxistin' mazbataya Yilmaz Berkî yê HDP'î da Salîh Akman ê AKP'yî. Akman jî mîna qeyûmekî li şaredariya desteserkirî bi cih bû.

Akman heta niha tevlî hilbijartineke bi tenê bûye. Ew jî sala 2016'an hilbijartina rêveberiya apartmanê bû. Li Sîteya Ozgur a li Kolana Sûvaroglû ya taxa Alî Paşayê di hilbijartinê de Salîh Akman tenê dengê malbata xwe wergirt û ji ber ku tenê 3 deng wergirt bi ser neket. AKP'ê Şaredariya Tûşbayê desteser kir û radestî Akman kir ku nekarî di hilbijartina apartmana xwe de jî bi ser bikeve. Cîranên wî dibêjin, "Bi salan e bi me re li heman avahiyê dimîne. Kes ji wî hez nake ku di hilbijartina rêveberiya apartmanê de jî bi ser neket. Yekî ku me ew nekir rêveberê apartmanê, AKP'ê ew bi zorê kir şaredar."