Li Amedê wê pêşhilbijartin carek din bên kirin

Koordînasyona Hilbijartinê ya Amedê ya DEM Partiyê ragihand ku ji bo namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêşhilbijartin dê careke din bên kirin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Navenda Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî pêşhilbijartinên ku li Amedê hatin lidarxistin daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat lidarxistin. Hemû bernamzetên hevşaredarên bajarê mezin ê Amedê yên DEM Partîyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Ewilî Hevberdevka Koordînasyona Hilbijartinê ya Amedê Sultan Yaray axivî û bal kişand ser girîngiya demokrasiyê. Yaray wiha got: “Barê ku me hilgirtiye ser milê xwe ne barekî sivik e. Tişta ku em û gel dixwazin ev e ku hilbijartinek adil pêk bê.”

Piştre Hevberdevkê Koordînasyona Hilbijartinê yê Amedê Abbas Şahîn daxuyanî xwend û bi bîr xist ku gelê kurd dê di 31’ê Adara 2024’an de ji bo xwedîderketina li vîna xwe, jiyana demokratîk û azad wê hilbijartineke dîrokî pêk bîne û wiha got: “Gelê Kurd wê di têkoşîna demokrasî û azadiyê de serketineke kamil bi dest bixe. Wê hem çavê hemû Kurdan hem jî çavê hemû raya giştî ya cîhanê li Amedê be.”

Şahîn destnîşan kir ku girîngiya dîrokî û sembolîk a Amedê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi encamên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an de wê careke din were piştrastkirin û wiha domand: "Di çarçoveya xebatên xwe yên ku demeke dirêj e ji bo serkeftineke bêkêmasî li Amedê bi dest bixin, pêşhilbijartin hefteya borî qedandin. Di demeke ku Tirkiye her ku diçe ji demokrasiyê dûrtir dibe, pêşhilbijartinên bi beşdariyeke xurt û berfireh hatin lidarxistin de deriyên şoreşa demokratîk vekir. Nerazîbûnên li hemberî kêmasiyên teknîkî yên ku hin ji wan ji raya giştî re hatin vegotin, têkildarî pêşhilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji aliyê Koordînasyona Hilbijartinê ya Amedê ve hatin nirxandin. Di çarçoveya vê nirxandinê de, ji bo ku îradeya gelê Amedê di pêşhilbijartinan de bi temamî û bi xurtî derkeve holê û ji gumanan dûr be, li hemû navçeyan pêşhilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin betalkirin. Pêşhilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku kêmasî ji holê rabin û beşdariyeke herî xurt bê kirin, dê di 21'ê Çileyê roja Yekşemê de li hemû navçeyan wê dîsa weke tûra yekemîn bê kirin. Di vê çarçoveyê de, tûra yekem a pêşhilbijartinên navçeya Yenîşehîrê ku hatibû betalkirin, wê di 20'ê Çileyê roja şemiyê bê kirin û 21'ê Çileyê roja Yekşemê jî tûra duyemîn a hilbijartinên hevserokatiya navçeyan bê kirin.”

Şahîn, banga tevlibûna pêşhilbijartinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Amed ji bo gelên Rojhilata Navîn hêviya aştiyê ye. Em ê li gorî girîngiya dîrokî û sembolîk a Amedê dîsa pêşhilbijartinên xwe li dar bixin."