Li Amedê roja 23'yan: Li dijî qeyûman serî hilde

Berxwedana li dijî qeyûman li Amedê kete roja 23'yan. Çalakî bi dirûşma ''li dijî qeyûm serî hilde'' dest pê kir.

Li dijî dagirkeriya qeyûm çalakiya rûniştinê ya li Kolana Lîseyê ya li pêşberî Şaredariya Mezin a Amedê di roja 23'yan de didome. Cihê ku çalakî lê tê kirin bi barîyerên polîsan hate pêçan, bi wesayit û panzêran cihê ketin û derketina qada çalakiyê hate girtin.

Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli bi dirûşmeya ''Serok Selçûk vîna me ye'' hate pêşwazîkirin. Piştî ku Selçûklu yek bi yek slav da çalakgeran çalakiya rûniştinê dest pê kir. Endamên Meclîsa Şaredariyê pankarta ''Dest li ser vîna min neda'' li ber Lîseya Ziya Gokalp vekirin û xwestin bimeşin. Meşa endamên meclîsê hate astengkirin, li gel hemû astengiyan jî li pişt pankarta ''dest li vîna min nede' meşiyan û çalakiya rûniştinê kirin. Her wiha endamên Şûbeya 1 û 2'yan a Sendîkaya Genel Îşê jî bi dirûşma ''li dijî faşîzmê mil bi mil'' çalakî dane destpêkirin.

CEYLAN: ÊN NE HDP'YÎ JÎ JI QEYÛM ACIZ IN

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeylan Ceylan axaftineke kurt kir û got, kesên ku deng nedana HDP'ê jî ji qeyûm aciz in. Ceylan diyar kir li ser HDP'ê lîstikên gemarî têne lîstin, ew ji wan malbatên ku dewletê berê wan dane ber avahiya wan ne aciz in lê divê ev pirsgirêk çareser bibe û hemû partiyên siyasî bi hev re dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek li ser gotina, ''HDP ciwanên ku li wesayitan siwar dike dibe çiyê'' got, ''Derewan dikin. 24 saetan polîs avahiya HDP'ê dişopînin. Ev ji bo reşkirina partiyê ne.''

TAŞKIRAN: EM Ê LI BER XWE BIDIN

Her wiha Hevseroka ESP'ê Beycan Taşkiran jî axivî û got, ''Em rêxistinên welatparêz tem teslîm nebûn, me serê xwe netewand. Em ê bi vîna xwe li dijî darbeya qeyûm, li gel gelê Kurd û gelê Tirk û kedkaran em ê li ber xwe bidin.''

Piştî daxuyaniya çapemeniyê 10 deqe çalakiya rûniştinê dest pê kir.