Li Amedê qirkirina siyasî hate protestokirin

Li Amedê operasyonên qirkirina siyasî hate şermezakirkirin, peyama geşkirina berxwedanê dan.

Semra Guzel a HDP'ê destgîrkirina endamên partiyê û êrîşên li ser navçeyên şermezar kir û diyar kir desthilat bi rêbazên şerê taybet milet çavtirsandî kir.

Rêxistina Bajêr a Amedê destgîrkirina rêveberên partiyê û endamên senîkayê, êrîşa bi molotafê ya Rêxistina Navçeyê ya Kayapinarê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di çalakiyê de ya li Rêxitsina Navçeyê ya Kayapinarê Semra Guzel, Remziye Tosun, Îmam Taşçier, Hevseroka Zeyyat Ceylan jî hazir bûn.

Ceylan bi bîr xist ku 19 hevalên wan hatine destgîrkirin û got, ''Ev operasyon ne wijdanî û ne jî exlaqî ne. HDP nûnerê gel û adrêsa çareseriyê ye. Çi jî bikin wê nikaribin encamekê bi dest ve bînin.''

Wekîla HDP'ê Semra Guzel jî got AKP-MHP bi rêbaza şerê taybet hewl didin ku gel çavtirsandî bikin û got, ''Em xweş pê dizanin ku fermanê didin darazê û hevalên me destgîr dikin. Ev tirsa wan ji têkoşîna me ya demokrasiyê ye. Dixwazin tekoşîna me krîmînal bikin û pêşî li têkoşîna sendîkayê bigirin. ''