Li Amedê protesto: Yê ne rewa AKP-MHP ye

Li Amedê pêkanînên operasonê qirkirina siyasî ya li ser KCD hate protestokirin. Di axaftinên hatin kirin de, hate gotin ku KCD rewa ye, yê ne rewa desthilata AKP-MHP’ê ye. Her wiha bangên berxwedan û xwedîderketinê jî hatin kirin.

Li Amedê têkildarî operasyona li dijî KCD’ê û destgîrkirina 42 kesan li avahiya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, parlamenterên HDP’ê û rêveberên HDP û DBP’ê beşdarî civînê bûn.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di civînê de axivî û destnîşan kir ku serdegirtina KCD’ê, weşanxaneya J&J’yê û binçavkirina siyasetmedar û aktîvîstan berdewama “Plana Têkbirinê” ya di cotmeha 2014’an de biryara wê hat dayîn e û got: “Pirsgirêk ne KCD û HDP ye. Pirsgirêk statûya kurdan û hebûna kurdan e. Em carek din dibêjin; KCD ji sala 2007’an vir ve hemû xebatên xwe zelalî û eşkere birêve dibe. Tiştek me û xebatek me veşartî nîne. Dixwazin sûc biafirînin. Bi eşkereyî ji me re dibêjin ‘hûn Kurd in, em li dijî we têdikoşin.’ Em carek din dibêjin; çi dibe bila bibe em ê serî netewînin. Hûn nikarin bi van polîtîkayan encamê bigirin. 30 sal in li dijî Kurdan têdikoşin. Bila viya baş bizanibin; Kurd wê çong û serê xwe netewînin. KCD kongreya gel e. Wê nikaribin dilê gel mohr bikin. Em ê xebatên xwe berdewam bikin. KCD wê xebatên xwe di nava xelkê xwe de birêve bibe.”

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku KCD li Kurdisanê xebatên di asta rewabûnê de dike û got. “Yên ne rewa AKP-MHP ye. Çi dibebila bibe em ê cih li gel KCD a di heqîqeta Kurdistanê de cih girtiye, bigirin; têkoşîna xwe bidomînin.”

Berdevka TJA’yê Aşye Gokkan jî axivî û got: “Ji derveyî yekîtiyê ti çareyek din nîne.  Tenê yekîtî. Divê her kes bibe ye. Di serî de bang li jinan û her kesê dikim; rêveberiyeke me û stratejiyeke me ya bihêz heye.”

Parlementera HDP’ê Remziye Tosun jî got: “Çawa êrîş bikin bila bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li kolanan azadiyê qîr bikin.”