Li Amedê polîsan gule bera yekî dan

Li Amedê kesekî ku ji wesayîta xwe peya bû û direviya, polîsan gule bera wî dan.

Li Amedê li navçeya Yenîşehîrê li ser riya Elezîzê nêzî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê, kesekî ku li nuqteya kontrolê ya polîsan ji wesayîteke cûn peya bû û dema ku direviya, ji aliyê polîsan ve gule lê hate reşandin.

Kesê ku ber bi erdên nêzî rê reviya, gelek gule li wî ketin.

Polîsên ku bi wesayîtên zirxî ketin nav erd, kesê li erdê kaş kirin û xistin wesayîta bi zirx.

Tu agahî ji wî kesî nehate wergirtin û riya ku bûyer lê qewimî heta demekê girtî ma.

Hat diyar kirin, berê nuqteya polîsan di têketina bajêr de hatibû danîn, lê di dema vê bûyerê de li aliyê hember jî nuqte hatiye danîn û piştî bûyerê polîsên li vê derê kontrola xwe bi dawî kirine.