Li Amedê polîsan êrîş bire ser çalakiya rûniştinê
Li Amedê ji bo ku dorpêça li ser avahiya bajêr a HDP'ê ya Amedê rabe çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. Polîsan êrîş bire ser çalakiyê. Polîsan bi jop û mertalên xwe li wekîlên HDP'ê dan.
Li Amedê ji bo ku dorpêça li ser avahiya bajêr a HDP'ê ya Amedê rabe çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. Polîsan êrîş bire ser çalakiyê. Polîsan bi jop û mertalên xwe li wekîlên HDP'ê dan.
Piştî ku şaredariyên HDP'ê hatin dagirkirin dorpêça polîsên Tirk a li ser avahiya HDP'ê ya Amedê didome. Bi pêşengiya Hevserokên KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven çalakiya rûniştinê hate destpêkirin.
Polîsan êrîş bire ser çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza rabûna dorpêça li ser HDP'ê. Polîsan bi jop û mertalên xwe, Guven jî di nav de li wekîlan xisti.
Polîsan wekîl bi tehfa kirin avahiyê û derî li ser wan girtin û nehiştin ku derkevin. Gel jî ji bo ku destekê bide wekîlan ber bi avahiya bajêr ve dest bi meşê kir.
Ji wekîlên birîndar bûyî Semra Guzel û Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji avahiyê derketin û bi ambûlansê çûne nexweşxanê.
Polîsan her wiha êrîş birin ser parêzerên ku hatin ber avahiya partiyê. Polîsan nehiştin ku li ber avahiyê kom bibin û êrîş bire ser gel.
Gel bi dirûşmeyan got, ''Amed a gel e, wê ya gel be'', ''Destê xwe li ser vîna min rake'', her wiha polîsan nehiştin ku nûçegihan wêneyan jî bigirin. Êrişa li ser gel û dorpêça li ser avahiya HDP'ê didome.