Li Amedê piştî Newrozê 110 kes hatin destgîrkirin!

Li Amedê piştî Newrozê 110 kes hatin destgîr kirin.

Duh bi beşdarbûna sed hezaran kesî bi şîara “Bi teqez em ê serbikevin, tecrîdê bişkînin” Newroz hatibû pîroz kirin. Piştî Newrozê kesên ku vegeriyan malên xwe ku di nava wan de zarok jî hene 110 kes hatin destgîr kirin.

Piştî ku girse belav bû polîsan êrîş kir û kesên destgîr kirine li Miduryeta Emniyetê ya Amedê tên girtin.

NAVÊN HINEK KESÊN HATINE DESTGÎR KIRIN

Navê hinek kesên ku hatine destgîr kirin wiha ne; “Tenzîle Îlîşer, Şiyar Tam, Fîsan DemÎr, Azîze Kalkan, Aygul Kartal, Cahîde Çelîk, Melek Akman, Şîrvan Çetînakay, Zehra Demîr, Asiye Guneylî, Nefîde Yaşa, Hatîve Sîfçîk, Çigdem Ay, Ebru Gulen, Hatûn Îpek , Delal Gergîn, Fadîle Vûral, Mahsûn Dere, Rajbîn Gûrban, Nezîhe Şam, Sevgî yelî, Emîne Taş û jina bi navê Gazal a ku paşnavê wê nehate zanîn.