Li Amedê mayîna di nezaretê de ya 11 kesan hate dirêjkirin

11 kesên ku li Amedê hatibûn destgîrkirin, mayîna wan a di nezaretê de 4 rojan hate dirêjkirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin, di 4’ê Adarê de derbarê 24 kesan biryara girtinê hatibû stendin. Di vê operasyona qirkirina siyasî de 16 kesên hatibûn destgîrkirin anîbûn Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Amedê. Ev kes bi îddîaya ‘endamên rêxistinê ne’ hatibûn destgîrkirin.  Helen Olçen, Mehmet Farûk Deger, Mehmet Taşkiran, Îlknûr Şaylak û Adar Kalkan piştî lêpirsîna li emniyetê ew anîn edliyeyê û ev kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Halîde Turkoglû a ku endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê ye, Çekdar Bûdak, Erol Çîftçî, Serhat Keklîk, Mûstafa Kûrt, Selahattîn Sîpek, Hêlîn Sayin, Rojhat Karakoç, Nûrten Bîngol, Ozan Alinbat û Şerîf Tokmak jî mayîna wan a di nezaretê de 4 rojan hate dirêjkirin.