Li Amedê konferansa Lozanê tê lidar xistin
Partiyên Kurdistanî li Amedê di konferansa bi sernavê “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” li hev civiyan.
Partiyên Kurdistanî li Amedê di konferansa bi sernavê “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” li hev civiyan.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Azadî, Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Însan û Azadî (PÎA) li Amedê konferansa “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de Kurd û Kurdistan” lidar dixin.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, serokên giştî û berdevkên partiyên din tev li konferansê bûn.
Konferans dê ji 3 rûniştinan pêk bê û rûniştina yekemîn bi moderatoriya Serra Bûcak dest pê kir. Axaftvanên vê rûniştinê nivîskar û lêkolîner Kerem Serhatli, Namik Kemal Dînç û Faîk Bûlût in.
Bûcak, di axaftina vekirinê de bi bîr xist ku di ser Lozanê re 100 sal derbas bûne û diyar kir ku bi wesîleya 100’emîn salvegerê li gelek welatan nîqaşên bi nirx hatin kirin.
Piştre Kerem Serhatli, belgeyek nîşan da û got ku Lozan ew belge ye. Serhatli, bi bîr xist ku Kurdistan bi Peymana Qesr-i Şirînê kirine çar parçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî şerê di navbera Îran û Rûsyayê di salên 1904-1913’an de, dewletên weke Azerbaycan, Ermenistan û Gurcistanê li parçeyên Kurdistanê hatin avakirin. Bi Peymana Sewrê re ji Dîlokê heta Rihayê di nav Îtalyayê de hat parvekirin. Akçakale ji bo Fransayê, Mûsil, Dihok, Silêmaniye jî dane ingilîzan. Bêrecûkê heta Êlihê ji kurdan re ma.”
Serhatli, da zanîn ku Peymana Lozanê bi 10 zimanan hatiye nivîsandin û got ku tu madeyên wê yên veşarî nînin. Serhatli, anî ziman ku xala 37-38-39'an a peymanê dibêje ku ‘Tirk çiqas xwedî mafên xwendin û nivîsandinê bin, gelên din jî xwedî wan mafan in’ û wiha pê de çû: “Em li vê axê şirîkên hev in. Tu mafên hevpar hebe divê bê dayîn. Ji ber vê yekê divê em di nava xwe de Peymana Lozanê nîqaş bikin. Divê ew 10 dewletên ev metn îmze kirine van xalan pêk bînin. Em mafên xwe dixwazin. Em tiştekî din naxwazin. Dê têkoşîna me ya ji bo vê mijarê bidome.”
Namîk Kemal Dînç, jî da zanîn ku Kurd di Cotmeha 1918'an de li Mondrosê û di Tîrmeha 1923'yan de li Lozanê bûne çar parçe. Dînç, ev tişt anî ziman: “Ji bo ku Kurdên bi Peymana Qesr-i Şirînê bûne du parçe nebin yek, çi ji destê emperyalîstan hatibe kirin. Fransiyên ku ji 1919'an ve li Sûriyeyê serwer in, ji bo ku Kurd nebin xwedî maf, gelek hewl dan. Bi peymana Enqereyê mal û hemû tiştên Kurdan bûne du parçe. Tirkmenên ku li aliyê Sûriyeya di destê Fransiyan de ye, gihiştin mafên xwe yên weke zimanê zikmakî lê heman tişt ji bo Kurdan pêk neanîn û tu maf nedan Kurdan.”
Dînç, diyar kir ku tevgera Kurd piştî sala 1908'an pêş ket û bal kişand ser girîngiya Tevgera Bedlîsê ya beriya Şerê Cîhanê û tevgerên din. Dînç, anî ziman ku Cemiyeta Tealî ya Kurdistanê mehek piştî Mondrosê li Stenbolê hatiye avakirin û bi demê re nîqaşên vê komeleyê çêbûne û ti têkiliya pêkhateyên li wir bi Kurdistanê re nîne. Dînç, bal kişand ser rewşa Kurdên li Sûriye, Îran û Iraqê û wiha derbirî: “Bi Peymana Lozanê re Kurd bêstatû û bênasname hatin hiştin. Aktorên rasteqîn Ingilistan û Tirkiye ne. Lozan ji bo Kurdan û Ermenan tenê şanoyek e. Li Lozanê Kurd weke aktor nehatin dîtin. Di Lozanê de di bin sernaveke cuda de cih girtin û nûnertî nedan Kurdan.”
Nivîskar Faîk Bûlût, jî anî ziman ku her du dewletên mezin bi Peymana Sykes-Pîcotê Kurdistan parçe kirin û wiha got: “Çawa ku partiyên sîstemê li ser mijarên ku me hemûyan eleqedar dikin dibêjin 'ev tişt ser partiyan re ye’, divê Kurd jî weke vê gotinê nêzî vê mijarê bibin. Pêwîste bi awayeke rexneyî ji nû ve li Lozanê binêrin.”
Rûniştina yekemîn a konferansê bi dawî bû. Dê rûniştinên din jî ji çapemeniyê re girtî berdewam bikin.
Deklarasyona konferansê dê sibe saet di 11:00’an de li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojhilat bê ragihandin.