Li Amedê gel ji bo Newrozê seferber bûye

Li Amedê, girseyên gel diherikin qada pîrozbahiya Newrozê.

Fînala pîrozbahiyên Newrozê wê li Amedê pêk were, ku bi dirûşma "Dem dema serketinê ye" li dehan bajaran hatin lidarxistin.

Pîrozbahiya li Amedê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê lidarxistin.

Ji bo pîrozbahiya li Parka Newrozê ya li navçeya Baglarê, ji tevahiya bajêr ber bi qadê ve diherikin.

Ji serê sibehê ve ji bajar, navçe û gundên derdorê mirov herikîn qadê.

Li Baglarê gel bi kincên gelêrî dakete kolanan. Ji gelek nuqteyan dengê dahol û zirneyê tê.

Jin, mêr, zarok, extiyar bi temamî diherikin qada Newrozê. Di rê de stranên li ser Newrozê têne gotin û coşeke mezin a pîrozbahiyê bi girseyên gel re heye.

Li taxa Yenîhal a navçeya Peyasê jî bi sedan kes bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" meşiyan.

Bi hezaran kesên ku gihîştin Parka Newrozê, ji pênc nuqteyên cuda ve derbasî qadê dibin.

Di dema lêgerînê de pênûs, heste û gelek alavên şexsî hatin desteserkirin.

Di nuqteyên lêgerînê de polîsan astengî danîn ber gelek kesan ku kincên neteweyî yên Kurdî li xwe kiribûn. Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî û Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan û gelek rojnamevan jî di nav de gelek kes ji ber ku kincên neteweyî yên Kurdî li xwe kiribûn, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û nekarîn bikevin qadê.

Di rêza li ber nuqteyên kontrolê de bi hezaran kes kom bûn, govend gerandin û dirûşmên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan.

Di vê navberê de polîs ketin qadê û hewl dan ciwanên ku dirûşm diqîriyan destgîr bikin. Li ser vê yekê girseya gel bi ser bendên polîsan ve meşiyan û dirûşm qîriyan.

Girseya gel hîn jî ber bi qadê ve diherike.

Di pîrozbahiya Newrozê de ku hunermend Devrîm Demîr û Ozcan Ateş wê pêşkêşiya wê bikin, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, bi navê Koma Tifaqa Kurdistanî Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî wê biaxivin.