Li Amedê firotina xaniyan kêm bû

Li Kurdistanê van demên dawî sektora emlakê ketiye krîzê. Li Amedê salane hijmara xaniyan ji 10 hezaran dakete 3 hezaran.

Li Amedê hijmara kesên ku nikarin krediya xaniyên xwe bidin zêde dibin. Li Kayapinarê jî piraniya xaniyan an ên ji bo kirê ne an jî firotinê.

Hikûmeta AKP’ê beriya hilbijartinê ji bo ku pêşî li sekinîna sektora înşeatê bigire baca li ser xaniyan ku 18 ji 100’î bû anî 8 ji 100’î, rêjeya xerca tapuyê ya ku 20 ji 1000’î bû anî 15 ji 1000’î. Piştre jî bi fermana ji bo benqeyên dewletê faîza krediya xaniyan ji 1,25-1.35’an anî 0.98’an. Komeleya Veberhêneran û Avakarên Xaniyan (KONUTDER), Komeleya Avanîçêker ên Stenbolê (ÎNDER) û Komeleya Hevkariya Veberhênarên Xeynîmenkûlan ragihandin ku di kirîna pêşîn û bi kredî de di navbeyna 15’ê Gulanê û 15’ê Hezîranê wê heta 20 ji 100’î kêm bikin. Rêjeya pêşînê jî ji 20 ji 100’î hate 5 ji 100’î.

Rêjeya faîzê ya benqeyan di pratîkê de bi 0.98’an namîne. Ji bo kesên ku krediya bi 100 hezar lîreyî distîne bi kêmanî 3 sîgorta têne kirin. Ji bo benqeyê bi kêmanî bi bihayê 8 hezar lîreyî mesref û prîma sîgortayê tê hiştin. Wiha kredî nêzî 1.5’an dibe.

DESTÛRA AVAHIYAN KÊM BÛ

Li gorî rapora çarîka pêşî ya Saziya Îstatîstîkên Tirkiyê (TUÎK) ya ‘Îstatîstîkên destûra avahiyan’, destûra xaniyan ku şaredarî didin, di sê mehên pêşî yên 2018’an de, li gorî beriya vê bi salekê, hijmara avahiyan 23,5 ji 100’î, pîvanazemînê 32,9 ji 100’î, nirxê wê 19,8 ji 100î, hijmara xaniyan jî 41,9 ji 100’î kêm bûye.

LI AMEDÊ 60 JI 100’Î KÊM BÛ

Mehmet Butuner, li navçeya Kayapinarê ya Amedê ev 8 sal in emlaktiyê dike. Butuner dibêje van sê salên dawî li Amedê piyaseta emlake 60 ji 100’î kêm bûye. Butuner got, ‘’Li Baxlarê 2014-2015’an hijmara avahiyan 10 hezar bûye û 2018’an ev ji 3 hezaran nebihurî. Emlakarek mehê 4-5 xanî difirotin lê niha du mehan enex dikarin yekî bifiroşin.’’

380 ESNAFÎ DIRABE ANÎN XWARÊ

Li gorî Butuner pêvajoya şer, Rewşa Awarte, îxracên bi BHQ’yan, bandorê li ser kêmbûna nirxê lîreyan dikin. 380 esnafî dirabeyên xwe anîn xwarê.

BAWERÎ BI HIKÛMETÊ NEMAYE

Kadîr Denîzhan ku ev 7 sal in li Yenîşehîrê ya Amedê karê kirin û firotina dowîzan dike, got hêza kirînê kêm bûye, bi vê re kar hatiye ber sekinandinê û ji ber sedema bêbaweriya bi hikûmetê û nearamiyê ên ku pereyên wan hene jî xwe ji kar dûr digirin.