Li Amedê erd hejiya

Li Amedê bi pileya 4.2 erdhej çêbû.

Hate ragihandin ku navenda erdhejê navçeya Lîcê ye. Serokatiya Daîreya Erdhejê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Xwezayî (AFAD) ragihand ku erdeh li gorî seata xwecihî 16:34, 6.1 kîlometere dibin kurahiya erdê de çêbûye. Erdhej li bajêr û navçeyên derdor jî hate hîskrin.

Piştî vê erdhejê 10 deqeyan şunde li Dolapderaya Farqînê jî 7 kîlometere dibin kurahiya erdê de erdhejek din çêbû.

Rasathaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî û Enstituya Lêkolînkirina Erdhejê  ragihand ku erdheja li Dolapderêyê bi pileya 4 pêk hatiye.

Di nava rojê de saet 11:38’an navenda Taşkopru ya Pasûrê bi pileya 3.4 erdhej çêbûbû.