Li Amedê di nav 2 rojan de bi ser 73 malan de girtin

Li Amedê piştî ‘qedexeya derketina derve’ ya 3’yê Îlonê bi ser 73 malan de girtin.

Walîtiya Amedê ji 3’yê Îlonê saet 18.00’an û pê ve ‘qedexeya derketina derve’ ya li Licê û Hênê ku li ser 15 taxan û 22 mezrikan hatibûn danîn, rakir.

Di dema ‘qedexe’yê de, di operasyona leşkerî de di navbeyna Licê û Hênê de li Çemê êlik, Xirabê û Sepnî û hin taxên Hênê hatin dorpêçkirin û nehiştin ku gundî derkevin. Leşkeran ketin û derketina ji taxan qedexe kir û herêma bejahiyê da ber top û obûsan.

Bi hinceta lêpirsînê ji hêla walîtiyê ve hate ragihandin ku bi ser 73 malan de girtin û li ser 13 kesên ‘gumanbar’ lêpirsîn hatiye destpêkirin.

CIHÊN KU HATINE ‘QEDEXE’KIRIN

‘Qedexe liv an taz û mezrikan hatibû danîn:

Taxên Kaledîbî, Akçayurt, Topçular, Y. Turali, Kalaba, Uzunlar, Serenkoy, mezrikên Başakli, Guzelce, Taşburun, Karapilyari, Mezartarlasi, Siraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, A. Turali, Gurbulak ên Hênê, taxên Şenlîk, Bîrlik, Abali, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper, Daralan, Durukoy û mezrikên Elmadere, Agilçik, Akçapinar, Ayaz, Şakan, Boyluca, Dahlik, Alîkahya, Hacimusabey, Kutlamiş ên Licê.’’