Li Amedê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê

Li Amedê, têkildarî tecrîda li Îmraliyê û grevên birçîbûnê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin, lê belê polîsan pêşî li çalakgeran girtin. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn nerazîbûn nîşan da û got, "Têkildarî tecrîdê û greva birçîbûnê bêdeng nemînin."

Greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogeriya azadiya Ocalan li girtîgehan bi rengekî bêdem û dorveger pêk tê, 104 roj in dewam dike. Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser tecrîdê û greva birçîbûnê xwest li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, rêveberên Partiya Herêman Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re û gelek kesên ji şêniyên bajêr ji bo daxuyaniyê li parkê li hev ciivyan. Polîsên Tirk dor li parkê girtin û girseya gel bi du koman dorpêç kirin. Polîsan diyar kirin ku ew ê destûrê nedin daxuyaniyê. Parlamentera HDP'ê Remziye Tosûn nerazîbûn nîşanî vê astengiyê da.

'LI HEMBERÎ TECRÎDÊ BÊDENG NEMÎNIN'

Tosûn bi bîr xist ku gireva birçîbûnê ya li girtîgehan a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 104 roj in dewam dike û got, "Têkildarî tecrîdê û grevên birçîbûnê em bêdeng nemînin. Bêdengiya di vê der barê de wê bibe sedem ku tecrîd li nava tevahiya civakê belav bibe."

Dema ku Tosûn diaxivî polîsan destûr nedan ku rojnamevan dîmenan bikişînin. Rojnamevan bi 10 metreyî ji dorpêçiya polîsan hatin dûrxistin.

ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ

Piştî axaftina Tosûn girseya gel dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" qîriya û bi çepik û tilîliyan nerazîbûn nîşanî astengiyê dan. Girseya gel piştî çalakiya rûniştinê ji qadê belav bû.