Li Amedê çalakiya bombeyî ya li dijî firoşkarên narkotîkê

DGH Û DGK-H'ê ragihand ku li Amedê wan li dijî dezgeheke firoşkarên narkotîkê û kesên ku fûhûş didan kirin, çalakî pêk anîne.

Di daxuyaniya her du rêxistinan de hate gotin, "22'ê Cotmehê yekîneya me ya Ş. Zana Baxtiyar li navçeya Baglar a Amedê, li dijî dezgeheke firoşkarên narkotîkê û kesên ku fûhûş didan kirin, bi teqemeniyan çalakî kir."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hejmara kesên ku di çalakiyê de hatin cezakirin nehate zelalkirin. Herêm ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî ewle ji herêmê çû."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Çalakî di çarçoveya pêngava 'Tolhildana Sor' de hatiye lidarxistin û wê kes û saziyên ku ciwanan ji rastiya wan dûr dixînin bên cezakirin. Bi hêrsa ji Tolhildana me ya Sor em ê li her qadê çalakiyan bikin û dibêjin ku her kes û hêzên hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin wê ji aliyê yekîneyên me ve bên cezakirin."