Li Amedê bi deh hezaran kes ji bo bibêjin ‘NA’ hatin cem hev

Mîtînga dawî ya ‘NA’ ya li Meydana Stesyonê ya Amedê li gel astengiya polîsan jî dest pê kir. Li gel hişyariya polîsan a ‘qedexe’ya dirûşmeya gelê Amedê bi gotina ‘Bijî Serok Apo’ bersiv da.

Ji referandûmê saetên jimartî man, li Amedê, li Meydana Stesyonê mîtînga ‘NA’yê dest pê kir. Bi hezaran  Amedî li gel her cure astengiyên polîsên Tirk ber bi qada mîtingê ve herikîn. Gel bi rengên kesk û sor û zer, jin bi cil û bergên xwe û bi tililiyan çûne qadê û tacîz, astengiya polîsan protesto kirin.

Polîsan tim mudahele li stranên platformê kir gel jî bo dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Slav slav ji Imraliyê re hezar slav’’, ‘’Bi berxwedanê em ê em ê bi ser bikevin’’ bersiv dane hişyariya polîsan.

Gel dema ku diherikî meydana mîtîngê bi hev re strana ‘’Bêjin na’’ strandin, ku strana ‘’Bêjin na’ ya HDP’ê hatibû qedexekirin.

Li gel baranê jî gel li qada mîtîngê govendê digire û ber bi qada mîtîngê ve çûna Amediyan didome.