Li Amedê agirê Newrozê hate vêxistin

Li Amedê agirê pêşîn ê Newroza îsal hate vêxistin. Hevserokê HDP’ê Zeyyat Ceylan ji bo pîrozbahiya di 21’ê Adarê de bangî gel kir.

Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Newroza Amedê di 21’ê Adarê de li Qada Newrozê wê were pîrozkirin. Li Amedê beriya pîrozbahiya mezin agirê ewil ê Newrozê li navçeya Pyeasê hat vêxistin. Şahî ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê hat lidarxistin. 

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û endam û rêveberên partiyê beşdarî şahiyê bûn. Tevî barîna berfê û hewa sar jî agirê Newrozê hat vêxistin. 

Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan di şahiyê de axivî û destnîşan kir ku ew ê îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li dar bixin û ew ê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên azadiyê, avakirina yekîtiya neteweyî ya Kurdî û perwerdehiya bi zimanê Kurdî û fermîbûna zimanê Kurdî bi beşdariya milyonan kes pîroz bikin. 

Ceylan da zanîn ku ev nêzî mehekê ye dest bi amadekariyên Newroza Amedê kirine û 5 komîsyon ava kirine û armanca wan ew e bi beşdariya milyonan kes Newrozê pîroz bikin. Ceylan got ew li çar aliyên Amedê xebata Newrozê dikin û bang li gelê Amedê kir ku roja 21'ê mehê biherikin qada Newrozê. Ceylan diyar kir ku wê mêvanên wan ji aliyên Kurdistanê û Tirkiyê û gelek welatên cîhanê werin û ew ji bo mazûvaniya mêvanên xwe amadekariyan dikin. 

Ceylan anî ziman ku wê di 21'ê Adarê de çavê hemû Kurdan û dostên wan li ser Newroza Amedê be û got: "Em ê dîmenek ezamet derxin holê. Ji niha ve em hemû gelê xwe vedixwînin pîrozbahiyan. Em tev bi hev re xwedî li Newrozê derkevin. Çimkî Newroz zimanê zikmakî ye, Newroz çand e, têkoşîn e.” 

Piştî axaftina Ceylan, li Amedê agirê pêşîn ê Newrozê hat vêxistin. Pişt re endam û rêveberên HDP'ê li dora agir govend gerandin û dirûşma "Bijî Newroz" berz kirin.