Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Amedê agahî ji ciwanekî HDP’yî nayê girtin!

Agahî ji Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Fedaî Turelî û hevalê wî yên hatibûn destgirkirin nayê girtin, her du kes ev 3 rojin winda ne.

Li Amedê bûyerek din a windabûnê hate jiyîn. Şeva 31’ê Tîrmehê 2 xwendekar li kolana Pirtûkxaneya Bajar a li taxa Ofîs ya navçeya Yenîşehir a Amedê bi wesayîta ‘Ranger’ ya polîsên sivîl hatin destgîrkrin.

POLÎSAN DESTGÎRKIRIN, EV 3 ROJE AGAHÎ JI WAN NAYÊ GIRTIN

Hate ragihandin ku Endamê Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Xwendekarê Zanîgeha Mersînê Fedaî Turelî û Xwendevanê Zanîngeha Dîcle Mûrat ku paşnavê wî nehate zanin ji aliyê polîsan ve bi 2 wesayîtên tîpa ‘Ranger’ hatine destgîrkirin.

Herdu kes birin qereqola polîsan a li taxa şehîtlikê. Diyar bû Mûrat piştre li pêşiya avahiya Qereqola Şehîtlikê hate berdan. Hate zanîn ku Fedaî Turelî nehatiye berdan û ev 3 rojin agahî jê nayê girtin.

Parêzerên HDP’ê ji bo rewşa Turelî hîn bibin serî li Miduriyeta Polîsan a Amedê dan. Parêzeran got der barê Turelî de karê destgîrkirinê nehatiye kirin. Rêxistina HDP’ê ya Amedê wê têkildarî rewşa Fedaî Turelî sibê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne.

EV BÛ BÛYERA 3’EMÎN

Li Amedê di nava meha dawî de karsazê Kurd Kamîl Acar li ser rêya di navbera navçeya Sîwereg a Riha û Amedê ji aliyê kesên bi maske û çek ve hatibû revandin û piştî 2 rojan hatibû berdan. Roja din Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ç.M bi wesayîta ‘Ranger’ hatibû destgîrkirin û li quntarên Karacadagê polîsan  gefa kuştinê lê xwaribû.