Li Amedê AA û TRT’ê radestî Huda-Parê hate kirin

Midûrîyeta Herêmê ya Amedê Ajansa Anadoluyê û Midûrîyetea Herêmê ya Amedê ya TRT’ê dane hevkarê AKP’ê Huda-Parê.

AKP û Huda-Parê pêşî veşartî û niha jî bi rengekî vekirî hevalbendiya xwe datînin û parvekirina wan a desthilatdariyê beloq dibe. Midûrîyeta Ajansa Anadoloyê û TRT ya li Amedê radestî Huda-Parê hate kirin.

Hîzbûllah ku li Kurdistanê bi navê Hîzbulkontra tê zanîn, salên 90’î bi JÎTEM’ê re xebitî û bi hevkariya Tirk-Îranê hatiye danîn (partiya wê ya legal a siyasî jî Huda-Par), bi dehan kesên bi wesfê ‘nûçegihanan’ li îlkha, dogruhabr,rehbertv dixebitîn, li Midûrîyeta Amedê ya TRT Kurdî, Anadolu Ajansî danîn. Erdem Gultekîn anîn ser Ajansa Anadoluyê û kurê melayê Mizgefa Uluyê M.Saît Yaz, Hamît Yaz ku nêzîkatiya xwe ya bi Hîzbûllahê re venaşêre û li dijî Tevgera Azadiyê ‘xutbe’yan dide anîn ser Midûrîyeta Herêmê ya TRT’ê.

AKP ev 3 sal in ku bi Hîzbullahê re tifaqê datîne û niha jî kadroyan diyar dike. Kadroyên li saziyên din hê diyar nebûne lê Midûrîyeta Ajansa Anadoluyê û TRT’ê dane Hîzbûllahê, qadeke berfireh a tevgerkirinê dane vê komê.

PÊŞÎ EW BERDAN Û PIŞTRE BI RENGEKÎ VEKIRÎ LI HEV RÛNIŞTIN

Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP’ê dema ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, HDP û KCK’ê re hevdîtin dom dikir ji çareseriyê bêhtir dema ku berê xwe neda neçarisiyê zêde pêşketin çênebû. Bi vî rengî hem biryarên nû li ser şer da û hem jî li dijî Tevgera Azadiya Kurd hêzên nû xurt kir. Li gorî vê biryarê qorîcî nehate feshkirin lê qorîciyên nû standin, derî li Hîzbulkontrayê vekirin. Ji bo vê jî kadroyên lîder ên Hîzbullahê berdan. Mîsogeriya dewletê dane partiya destûrî Huda-Parê. Bi navbeynkariya Mehmet Emîn Ekmen ê AKP’yî li hev rûniştin û bi wezîrên Erdogan re ketin heman wêneyan.

KADROYÊN PÊŞÎ LI AA’YÊ

Bulent Arinc, Alîkarê Serokwezîr ku berpirsê çapemeniyê bû, 19’ê Kanûna 2014’an çû Navenda Giştî ya Huda-Parê. Piştî vê hevdîtinê kadro dane Huda-Parê. Kadroyên pêşî di Ajansa Anadoluyê (AA) de, ku girêdayî Arinç bû, hatin bicihkirin. Li ser Midûriyeta Ajansa Anadoluyê ya Herêmê Erdem Gultekîn danîn. Piştre bi dehan kadroyên ku nêzîkî Hîzbûllahê têne zanîn ên îlkha, dogruhaber, rehbertv li AA’yê hatin bicihkirin. Niha bajar û navçeyên yên Midûriyeta Herêmê ya Ajansa Anadoluyê di kontrola van kadroyan de ye. Dema ku mirov li nûçeyê AA’yê tên herêmê dinere ji çalakiyên AKP’ê zêdetir cih didine yên Huda-Parê û li dijî HDP’ê nûçeyên fehş têne çêkirin.

JI HESABÊ ‘TROL’ DIYARE BÊ A KA KÎ YE

Midûrê AA’yê yê Herêmê Erdem Gultekîn li ser hesabê ‘trol’ nîşan dide bê ka ew nêzî kîjan ramanê ye. Erdem Gultekîn piştî ku  li dijî parvekirinên wî nerazîbûn çêbûn hesabekî ‘trol’ ê bi navê ‘’Firat Simpil’ vekir. Bi parvekirinên ku li ‘nûçegihan’iyê nayên, mirov dikare fêhm bike ku xizmetê ji kê re dike.

KUR JI BAV DERBAS KIR

Piştî AA’yê li Midûrîyeta TRT’ê jî kadroyên Hîzbûllahê hatin danîn. Kurê melayê M.Saît Yaz ku tim li dijî Tevgera Azadiyê Kurdistanê weazan dide, Hamît Yaz pêşî danîn  ser Midûriyeta TRT Kurdî û niha jî danîne ser Midûriyeta Nûçeyan a Herêmê ya TRT’ê. Hamît Yaz heftiya borî bi wekalî li ser Midûriyeta Herêmê ya Amedê ya TRT’’ê danîn.

Hamît Yaz li ser hesabê xwe yê twîtterê yê bi navê @hamityaz  destek dabû bavê xwe gotibû, ‘’dema ku di xutbê de nalet li PKK’ê dikir mar derketin holê. Ma dema wê nehatiye ku li dijî PKK’ê helwesta giştî were nîşan dan?’’