Li Amedê 22 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatî destpêkirin de 22 kes hatin destgîrkirin. Bi destgîrkirinên dawî re li Amedê di nava hefteyekê de 59 kes hatine destgîrkirin.

8’ê Kanûnê li Amedê di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin li gundên navçeya Peyas, Çinar û Baglar yên Amedê 20 kes hatibûn destgîrkirin. Piştî destgîrkirinan duh li gundên navçeya Hanî, Lîce, Pîran û Karazê 17 kes hatibûn destgîkirin û îro jî 22 kesên din hatin destgîrkirin.

Tîmên Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Miduryeta Emniyeta Amedê li navçeya Peyas a Amedê bi ser 2 gundan de girtin û 22 kes destgîr kirin. Li gorî îdîaya Midûriyeta Emniyetê di lêgerîna li malan de 271 kîlo û 475 gram teqemenî, 8 bombeyên destan, 12 roketên destdan, 7 sîleh û gelek fîşek, kapsulên bi elektirîk, kûmandayên dur, pûsûla, durbunên silehê, alavên rêxistinî, ferman û alavên jiyanî hatine dîtin.

Bi destgîrkirina 22 kesên li Amedê, di nava hefteyekê de hejmara kesên hatine destgîrkirin bûn 59.