Li Amed û Dersimê operasyon, li Colemêrgê çalakiya gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Şemzînanê bi awayekî xurt li çeperên leşkeran dane. HPG’ê ragihand ku li Dersim û Amedê jî hêzên dagirker ên Tirkiyeyê operasyon dane destpêkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên gerîlayan û operasyonên artêşa Tirk agahî da.

HPG’ê diyar kir ku li Şemzînanê hêzên wan girek du caran kirine hedef.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me yên YJA-Starê di 4’ê Tîrmehê de saet di 09.00’an de li dijî girekî ku ewlehiya rêya qereqola Bezelê ya Şemzînana Colemêrgê pêk tîne, çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji 4 aliyan ve li vî girî dane û 3 kon îmha kirine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Di heman rojê de hêzên me saet di 14.00’an de cara duduyan li vî girî dane. Di vê lêdanê de jî hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

OPERASYONÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER

Di 27’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li Pasûr, Farqîn, Karaz, Licê û Hezroya Amedê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Artêşa Tirk a dagirker di 28’ê Hezîranê de girtine ser gundê Lîcokê yê Licê û hin gundî destgîr kirine. Operasyon bêyî ku encamê werbigire di 30’ê Hezîranê de bi paş ve hatiye vekişandin.

Di 2’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Pulumura Dersimê operasyonek daye destpêkirin. Di operasyonê de helîkopteran gule li qadê reşandine. Di heman rojê saet di 21.00’an de helîkopterên Skorsky leşker anîne derdora gundên Dereboyû. Di 3’ê Tîrmehê saet di 16.00’an de operasyon bêyî ku encamê werbigire, ji qadê hatiye vekişandin.”