Li Amed û bajarên din 8 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê polîsên Tirk di destê sibehê de girtin ser gelek malan û bi giştî 8 kes destgîr kirin.
Li Amedê polîsên Tirk di destê sibehê de girtin ser gelek malan û bi giştî 8 kes destgîr kirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate destpêkirin, polîsên Tirk girtin ser gelek malan.
Mala Halîse Aksoy a ku cenazeyê kurê wê yê gerîlayê HPG’ê bi kargoyê jê re hatibû şandin jî tê de polîsan girtin ser gelek malan.
Li Amedê 6 kes hatin destgîrkirin. Endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Halîde Turkoglû û Îlknûr Saymak, Helen Olçen, Nûrten Bîngol, Rojhat Karakoç û Mehmet Farûk hatin destgîrkirin.
Di heman lêpirsînê de rêveberê HDP’a Amedê Mûrat Onder li Edîrneyê û kesekî bi navê Erol Çîftçî jî li Enqereyê hatin destgîrkirin.
Hate diyarkirin wê van her du kesan bînin Amedê.
Li ser lêpirsînê biryara nepeniyê hate dayîn û hinceta destgîrkirinan jî nehate eşkerekirin.