Li Amed û Êlihê pirsa windayan hate kirin

Li Amed û Êlihê pirsa aqûbeta kesên ji aliyê dewletê ve hatine ‘windakirin’ hate pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 546’emîn de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê lidar xist. Ji ber biryara qedexeyê ya Walîtiya Amedê destûr nayê dayîn çalakî li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû bê lidarxistin. Li ser vê yekê çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk tê.

Rêveberên ÎHD, Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn. Wêneyên windayan li erdê raxistin û hildan.

‘ZILM Û ZORDESTÎ DIDOME’

 Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Adnan Orhan ê endamê Komîsyona Windayan di destpêkê de axivî û bal kişand ser nedarizandina kujeran. Orhan bibîr xist ku 546 heftene ew li edaletê digerin û hêj kujer nehatine darizandin. Orhan da zanîn ku li ser vê axa ew lê dijîn zilm û zordarî hêj didome û got: “Qedexekirina çalakiya me nêzîkatiya dewletê ya li hember dayikan dil biêş dide nîşandan. Dixwazin lêgerîna dayikan asteng bikin. Li ser vê axê însan bi hovane hatin qetilkirin. Însan avêtin bîran û windakirin. Ev dayik li aqûbeta zarokên xwe digerin. Divê her kes dengê dayikan bibîhîze. Ev desthilat û desthilatên din li hember daxwaza dayikan ker, lal û kor maye, dengê wan nabihîze. Bi pêkanînên kêfî qatilan diparêzin û wan dernaxin holê. Heta daxwaza me pêk were û winda bên dîtin wê têkoşîna me ya heqîqet û edaletê dewam bike.”

ÇÎROKA 5 ŞIVANAN PARVE KIR

Piştî Orhan, Rêveberê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin ê endamê Komîsyona Windayan jî çîroka windayan a vê hefteyê xwend. Yalçin çîroka windakirina Ahmet Bozkir, Halît Ertuş, Lokman Kaya, Selahattîn Aşkan û Suleyman Tekîn ê li gundê Xenanîs a bi ser Colemêrgê ve di 26’ê Tebaxa sala 1996’an de di operasyoneka eskerî de tên destgîrkirin û ji wê rojê ve agahî ji wan nehatiye girtin parve kir.

Ji bo hemû bîranîna hemû windayan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xistin.

ÊLIH

 Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 452’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist û li aqûbeta windayan pirsîn.

Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mahfuz Akgul çîroka windakirina Mehmet Abdulîllah Heyecan û Alî Osman Heyecan ên di sala 1995’an de li Deriyê Sînor ê Xabûra navçeya Silopiya Şirnexê hatin windakirin xwend.

Akgul da zanîn ku tevî hemû lêgerînên malbatê jî 24 sal in agahî ji windayên birayên hev nehatiye wergirtin û xwest aqûbeta wan bê eşkerekirin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan pêk hat.