Li Amed û Êlihê ji bo ‘windayan’ hatin ba hev

Li Amed û Êlihê lêgerîna edaletê ya ji bo ‘windayan’ dewam dike. Di çalakiyê de bal kişandin ku ji ber sedemên polîtîkayên bê cezakirinê îro jî winda hene.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 575'emîn de çalakiya xwe "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li avahiya komeleyê lidar xistin.

Di çalakiya ku xizmên windayan û parastvanên mafên mirovan tevlî bûn de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windaya a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan axivî û diyar kir k têkoşîna wan a bi salan ji aliyê dewletê ve tê xwestin bê tepisandin û wiha got: "Xwezî bila Wezîrê Karê Hundir be xwezî bila rayedarên dewletê bin, kî dibe bila bibe em ê dengê ragihînin kesên ku ji me xizmên windayan aciz in.

Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ku li Girtîgeha Tipa H a Erziromê girtî ye û bavê wî Mehmet Ozdemîr di sala 1997'an de bavê ji aliyê polisan ve hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin, ji çalakiyê re nameyek şand. Ozdemîr bi kurtasî di nameya xwe ev tişt nivîsandibû: "Dayikên xweşewîst, ji ber têkoşîna we ya 575 hefteyî we teva bi rêzdarî silav dikim û destên we maçî dikim. Em di têkoşîna xwe ya ku bi salan e didin de vî tiştî dixwazin; bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin. Me xwest ku goristaneke me ya ku em biçin ser diayan bikin hebe. Lê mixabin daxwazên me ji aliyê rayedaran ve tên paşguhkirin. Têkoşîna me bi salan bidome jî em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Bila herkes zanibe ku em maf dar in. Kesên ku xizmên me winda kirin wê rojekê teqez ew jî winda bikin."

Piştî xwendina nameya Ozdemîr, çîroka Bedriye Gumuş ku di sala 1992'an de dema şermezarkirina serdegirtinên malan ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, hat xwendin.

Di çalakiyê de xûça Alî Tekdag û Mehmet Tekdag ku di bin çavan de hatibûn qetilkirin Îffet Tekdag jî axaftineke kurt kir û diyar kir ku tenê 2 birayên wê hebûne û wê qet kesên ku her du birayên wê kuştine, efû neke.

ÊLIH

Li Êlih jî çalakiya xizmên windayan di hefteya 481'emîn hat lidarxistin. Çalakî li Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê pêk hat. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" hat vekirin. Hevşaredarê Elihê Mehmet Demîr, rêveberên HDP'ê, endamên Meclisa Dayikên Şemiyê, xizmên windayan û parastvanên mafên mirovan tevlî çalakiye bûn. Ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Fahrettîn Asûtay di çalakiyê de axivî. Asûtay, diyar kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê berdewam dikin û bal kişand ser windabûna Gulistan Dokû û Mehmet Bal û got ku wê lêgerîna xwe ya ji bo windayan bidomînin.

Piştre jî Asûtay, aqûbeta Mehmet Şîrîn Matû (17) ku di 10'ê Sibata 1995'an de li navçeya Hezo ya Êlihê di serdegirtineke malê de hatibû binçavkirin û heta niha agahî jê nayê girtin pirsî û metna serlêdana malbata Matû ya ji bo komeleya wan xwend.