Li Amed û Êlihê ji bo Tekdag û Kaya hatin ba hev

ÎHD û Xizmên Windayan li Amed û Êlihê lêgerîna edaletê didomînin. Di çalakiyê de çîroka Elî Tekdag û Saddik Kaya hatin vegotin.

Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û Xizmên Windayan bi boneya "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin", li Êlihê di hefteya 468'an de û li Amede di hefteya 562'an li şaxên ÎHD'ê kom bûn û çalakiyên xwe berdewam kirin.

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê ji bo winda bên dîtin kujer bên darizandin di hefteya 562’an de li pêş Şaxa ÎHD'a Amedê kom bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin bila faîl bên darizanidn" vekerin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn.

Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yuksel Acer, anî ziman ku mafê jiyanê mafê herî bingehîn ê mafê mirovan e û wiha got: "Bûyerên dibin sedema şerme didomin. 82 sal berê li Dersîmê, ji salên 1990’an heta niha hêj didome. Ev şerm hê jî didome. Îhlala mafê jyanê hêj didome. Hê jî cenazeyan nadin malbatan.

Acer, destnîşan kir ku bûyerên pêk tên li gorî bawerî, hiqûq û wicdan jî nayê qebûlkirin û wiha got: "Ev tiştên pêk hatine li gorî hiqûqê, baweriya olî, pîvanên civakê û nirxên mirovahiyê nayên qebûlkirin. Hemû sedema şermê ne. Em van ti carî qebûl nakin. Dema Seyit Riza darvekirin, berî darvekirinê got: ‘Eyb e, şerm e, cînayet e" 82 sal di ser komkujiya Dersimê re derbas bû. Em wan bi hurmetî bibîr tînin.

Piştre aqûbeta Alî Tekdag ê di sala 1994'an de li Amedê hat revandin û windakirin pirsîn. Xwişka Tekdag Îffet Mutaş, anî ziman ku birayê wê bi rojan di bin çavan de ma û wiha got: "Ji ber êşkenceyê birayê min derûniya wî xera bûbû. Ji ber vê yakê şandin Nexweşxaneya Sînîr û Ruh a Xarpêtê. Endamekî JÎTEM'ê der barê Tekdag de li xwe mikur hat û got 'Bijîşk jêre got çi di hundirê te de hebe bêje. Tu nebêje tu yê bêtir xerab bibe.' Endamê JİTEM'ê hemû tişta hatiye serê birayê min û çawa hatiye kuştin ji rojnameyekê re got. Piştre ji holê winda bû. Gotin Tekdag li navbera Amed û Farqînê li cihekî defin kirine. Dewlet dizane, lê cihê wî nîşanî me nade.

Piştî axaftinan 5 deqîqeya çalakiya rûniştinê pêk anîn û dawî li çalakiyê anîn.

ÊLIHÊ

Li Êlihê jî parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 468'an de daxuyanî dan. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Sidik Kaya yê li Gundê Karapinarê di 20'ê mijdara 2002’an de piştî hat destgîrkirin û hat windakirin pirsîn.

Pişti malbata Kaya çîroka Kaya xwendin, çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.