Li Amed û Êlihê aqûbeta ‘windayan’ hate pirsîn

Xizmên winda û parêzvanên mafê mirovan li Amed û Êlihê lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Di çalakiyan de Tahîr Elçî yê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin jî hate bibîranîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 512’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe lidar xist. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan û Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayîn beşdarî çalakiyê bûn. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji ber qedexeya Walîtaiya Amedê ev 13 heftene çalakiya xwe di hûndir de lidar dixin û pêkanîna qedexeya walîtiyê carek din şermezar kir.

Orhan, anî ziman ku gelek êşkenceyên giran li mirovên herêmê hatin kirin û wiha bilêv kir: “Em van êşkenceyan weke ‘wehşetê’ binav dikin. Mirov ji malên xwe hatin kirin. Mirovan zarok û xizmên xwe winda kirin. Di salên 90’î de mirov dihat destgîrkirin û dibûn qûrbanên kuştinên kiryarên wan ne diyar. Em weke parazvanên mafên mirovan û xizmên windakiriyan, bê navber têkoşînê vê yekê didin. Li ser vê erdnîgariyê me gelek kuştinên kiryarên wan nediyar dîtin. Me gelek winda jî dan. Yek ji van jî Tahîr Elçî ye. Bi awayekê kiryar nediyar Tahîr Elçî hat qetilkirin. Elçî di têkoşîna windayan de ked mezin da, xwedî derket û bû şopdarê dozên wan. Sê sal bi ser kuştina Elçî re derbas bû. Di demên çûyî de bi ser hemû cînayetan hat girtin. Li vî welatî heya yek kuştinên kiryar nediyar hebin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û şopdarê van dozan bin.”

Rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr piştî Orhan çîroka Alî Muldîr ê di 1’ê Çileya 1994’an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat windakirin xwend û wiha got: “Di dîroka bûyerê de, polîs diçin mala Alî, pirsa wî û bavê wî Pîrmuz Muldîr dikin. Ji wê rojê û şûn de tu agahî ji Alî Muldir nayê girtin.

Demîr, da zanîn ku malbata Muldir piştî operasyona li dijî Ergenekonê di 3’yê Sibata 2009’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîlopî didin. Piştî serlêdanan lêpirsîn hat destpêkirin. Lê tiştekê erênî ji lêpirsînê derneket.”

Çalakvanan piştî axaftinan ji bo 5 deqan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî, bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 418’an de çalakiya xwe li avahiya xwe dewam kirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz daxuyaniya vê hefteyê da.

Yildiz, di çalakiyê de pirsa berpirsên kuştina Parêzer Tahîr Elçî kir û wiha got: “Em ê di her firsetî de pirsa berpirsên kuşatina Elçî bikin. Di lêpirsîna Elçî ya sê salan de ti pêşketin çênebû. 3-5 qalikên gulan ên li erdê jî kom nekirin. Dimenên hin kameran ji holê rakirin û dimenên hin kameran jî jê birin. Îro berpirs hê jî di nava me de digerin. Dixwazin dosyeya Tahîr Elçî û dosyeyên bi sedan kuştinên kiryarên wan ne diyar bidin jibîr kirin. Lê em ê tu carî jibîr nekin.”