Li Amed, Colemêrg û Bedlîsê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîlayan ên li Amed, Colemêrg û Bedlîsê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser malpera xwe encamên çalakiyên gerîlayan ên li Amed, Colemêrg û Bedlîsê eşkere kir.

Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wisa ye:

LI GEVER Û ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ, 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 15’ê Tebaxê de li Şemzînan û Geverê ya Colemêrgê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hin çalakî li dar xistine.

Hêzên me di saet 07.50’an de li dijî leşkerên qereqola Çemanê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me li kozikên dijmin dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi hawanan li derdora Girê Sîro dane.

Saet di 10.00’an de hêzên me li dijî kozikên dijmin ên Girê Bayê yê Geverê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Saet di 11.20’an de hêzên me yên YJA Starê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a li Girê Sîser ê Geverê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me li kon, konteynir û kozikên dijmin dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Di 8’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Gosteyê ya Şemzînanê ya bi ser Colemêrgê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me di 15’ê Tebaxê de saet di 17.50’an de li dijî yekîneyeke operasyonê ya dijmin a li Girê Kurê Mizgeftê çalakiyek li dar xistiye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê hêzên dijmin bi obus û hawanan li qadê dane û di destê êvarî de leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterê ji qadê derxistine.

SÎXUR HATE CEZAKIRIN

Kesê bi navê Nûrettîn Altûn ê ji gundê Qadyanê yê Geverê yê ku pêşengtî ji operasyonan re dikir û di şehadeta gerîlayên me de tiliya wî heye, ligel hemû hişyariyan bi artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker re dixebitî. Vî kesê ku guh nedida hişyariyan di 15’ê Tebaxê de li qada Çemê Axirkê ya di navbera gundên Merdiwanê û Helişkê yên Geverê hate cezakirin.

LI LICÊ ŞER, 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 15’ê Tebaxê de saet di 07.00’an de lê nêzî gundên Dêrxust û Sîsê yên Licê ya bi ser Amedê gerîlayên me rastî leşkerên Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê derê 4 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî şer artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi helîkopteran qad bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmanê agir bi qadê ketiye. Hêzên dijmin di saet 20.00’an de bêyî ku encamê werbigire bi paş ve kişiyane û yekîneya me ya gerîlayan bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

LI BEDLÎSÊ 5 LEŞKERÊN YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de hêzên me di 15’ê Tebaxê de li nêzî gundê Sureh ê Xîzanê ya bi ser Bedlîsê yekîneyeke veşartî ya artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker xistiye bin kontrola xwe û hêzên me di saet 18.20’an de ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê helîkopteran qad bomberdûman kiriye. Ji ber bomberdûmanê agir bi rez û baxçeyên gel ketiye. Cerdevanên li qadê jî gulle li gundên Xalepûrê reşandine.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 15’ê Tebaxê de saet di 16.30’an de balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker Gundê Elê û Girê Cehennemê yê li Qada Çiyayê Reş a Zapuê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.