Li Amed, Çewlig û Wanê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê li Amed, Çewlig û Wanê çalakî lidar xistine. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên HPG’ê daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan û Geverê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hin çalakî lidar xistine.

Di 11’ê Tebaxê de saet di 09.30’an de hêzên me di navbera taxên Êlde û Şapatanê yên Şemzînanê li dijî tîmên taybet çalakiyeke sabotajê lidar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 tîmên taybet birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi wesayîtên zirxî polîsên xwe yên birîndar ji qadê derxistiye.

Di 11’ê Tebaxê de saet di 14.30’an de hêzên me li dijî kon û kozikên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ên li Girê Sîser a Çarçelleyê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di 10’ê Tebaxê de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Bayê yê Çarçellayê çalakiyeke sûîkastê lidar xistiye. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

LI ŞAXÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ KONTRAYAN

Hêzên me berê kontrayên ku li Pire Xunka ya Şaxê ya Wanê ewlehiya rê digirin, hişyar kiribû. Ligel hemû hişyariyan ev kontra ji qadê derneketibûn û hêzên me di 9’ê Tebaxê de çalakiyek li dijî wan li dar xistibû. Di vê çalakiyê de transîta kontrayan bûbû hedef, hejmara kontrayên mirî û birîndar nehatibû tespîtkirin û 2 transîtan derbe xwaribûn. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qad bomberdûman kiribû û ji ber bomberdûmanê agir bi bax û baxçeyên gundiyan ketiye.

Di 11’ê Tebaxê de hêzên me li qada Geliyê Masîro ya Wanê qemyoneke ku malzemeyan ji qereqolê re dibe, tevî malzemeyan şewitand. 2 kesên ku di wesayîtê de ne jî, piştî lêpirsînê serbest hatine berdan. Piştî çalakiyê cerdevanên gundê Giyanisê li qadê operasyonek dane destpêkirin. Operasyon heman rojê bêyî ku encamekê werbigire, bi paş ve hatiye kişandin.

LI CIZÎRÊ KOBRA BÛ HEDEF

Di 10’ê Tebaxê de di saet 01.00’an de hêzên me li taxa Yafesê ya Cizîrê ya Şirnexê li dijî wesayîteke zirxî ya kobra çalakiyek lidar xistiye. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî derbe xwariye û 5 leşkerên dijmin jî bi giranî birîndar bûne. Piştî çalakiyê hêzên dijmin li taxê qedexeya derketina derve îlan kiriye û hin şêniyên taxê binçav kirine.

ÇALAKIYA LI DIJÎ LEŞKERÊN KU DERKETIBÛN OPERASYONÊ

Di 10’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Şehrîbanê ya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Di 11’ê Tebaxê de saet di 11.30’an de yekîneyeke veşartî ya operasyonê li Girê Derenceyê bûne hedefa hêzên me. Hêzên me ji nêz ve li vê yekîneyê dane û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin. Hêzên me çûne ser cenazeyên leşkeran çekeke HK-33 (Melez) desteser kiriye. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

LI ÇEWLIG Û AMEDÊ DI ÇARÇOVEYA PÊNGAVA ŞOREŞGER DE ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur hêzên me li Çewlig û Amedê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî lidar xistine.

Di 10’ê Tebaxê de hêzên me li nêzî gundê Gemavilê ya Dara Hênê ya bi ser Çewligê yekîneyeke veşartî ya dijmin xistine bin kontrola xwe û di saet 19.00’an de hêzên me ji nêz ve li vê yekîneyê dane. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin çawişekî pispor hatiye kuştin û çawişekî pispor jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker avêtiye ser gund û pêkutî li gundiyan kiriye.

Di 11’ê Tebaxê de saet di 05.30’an de hêzên me li qada Şehîd Rojhad rastî leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker hatiye û li vê derê şerek çêbûye. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî şer hêzên me bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

Di 6’ê Tebaxê de saet di 17.30’an de hêzên me li nêzî gundê Kanî Bişkul ê Hezroyê ya Amedê li dijî kontrayan çalakiyek li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin kontrayek hatiye kuştin û 2 kontra jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker avêtiye ser gundê Kanî Bişkulê û îşkence li gel kiriye. Operasyon di 9’ê Tebaxê de bêyî ku encamê werbigire bi paş ve hatiye kişandin.

LI BAZÎDÊ LEŞKER HATIN LÊDAN

Di 11’ê Tebaxê de saet di 20.00’an de hêzên me yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a li Qada Kirê Hallac a Bazîdê ya Agiriyê kirine hedef. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

ARTÊŞA TIRK LI DERSIMÊ AGIR BI ERAZIYÊ XIST

Di 10’ê Tebaxê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker qereqolên Yolçati û Kûtûdere ya Dersimê bi hawanan li Geliyê Kozmerîkê xistiye. Ji ber bomberdûmanê agir bi eraziyê ketiye.

BALEFIRÊN ŞER ÊN TIRK HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBERDÛMAN KIR

Balefirên şer ên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 11’ê Tebaxê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kiriye. Di vê çarçoveyê de;

-Di navbera saet 07.00 û 10.00’an de li qada Kurê Mizgeftê û geliyê Evliya û Arê ya Xakurkê bomberdûman kirine. Di heman saetan de qada Goşinê, derdora Çemê Lolanê û Geliyê Tarikê ya qada Xinerê jî bomberdûman kirine.

-Di navbera saet 08.00 – 10.00’an de qada Şûkê ya Avaşîn di heman rojê de saet di 13.00-14.00’an de qada Dola Şivê bomberdûman kirine.

-Di saet 10.20’an de qada Şikefta Birîndara ya Zapê bomberdûman kirine.

-Di 12’ê Tebaxê di saet 09.00’an de qada Sifirbeş a Çiyayê Qendîlê bomberdûman kirine.