Li Aachen, Mîlano, Torîno û Londrayê çalakî
Çalakiyên xwedîderketinê yên li berxwedana zindanan berdewam dikin. Li Aachen, Mîlano, Torîno û Londrayê çalakiyên xwedîderketinê berdewam dikin.
Çalakiyên xwedîderketinê yên li berxwedana zindanan berdewam dikin. Li Aachen, Mîlano, Torîno û Londrayê çalakiyên xwedîderketinê berdewam dikin.
AACHEN
Li Aachen a Elmanya bi mebesta ku balê bikişînin berxwedana li zindanan a girtîgehên li Tirkiyê çalakiya kondanên hate kirin.
Çalakî li Elîsebrûnenê bi hevkariya Meclîsa Deniz Firat a Jin û Aachen a Gel pêk hat.
Di çalakiyê de banga hevgirtinê hate kirin û hate gotin di pêvajoya pêş de me wê çalakî bidomin û xwestin ku tevlêbûn zêdetir bibe.
TORÎNO
Li Torîno ya Italya li Pîazza Castello bi tevlêbûna Kurdan û Italiyan îro ji bo desteka girêva birçîbûnê ya li zindanan girêva birçîbûnê dest pê kir. Çalakî îro jî wê berdewam bike.
MÎLANO
Li Mîlano ya Italya li Pîazzsa Caordusîo bi mebesta ku balê bikişînin ser girêva birçîbûnê girêva birçîbûnê dest pê kir. Çalakî wê heta Yekşemê bidome. Komîteya Kurd a Mîlano, Sendîkaya Mîlano Cube, Federasyona Anarşîst a Mîlano, destek dane çalakiyê. Di çalakiyê de danezan hatin belavkirin.
LONDRA
Li Londrayê bi pêşengiya Ciwanên Azad UK, li Londonê li ber seroktiyê girêva birçîbûnê ya ji bo 5 rojan îro wê bi meşekê bi dawî bibe.
Meş saet 14.00’an wê li qada girêva birçîbûnê dest pê bike û heta bi Woodgreenê bidome. Çalakvanan bang kirin ku Kurdistanî û demokrat tevlî çalakiya şermezakirinê bibin.