Li Ûrmiye kolberekî jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû

Li herêma Ûrmiye kolberê ku ji bo nekeve destê hêzên rejîma Îranê, xwe diavêje robarê avê û di avê de difetise. Kolberek jî li Pîranşarê jî birîndar bû.

Êrîşên hêzên rejîma Îranê yên li ser kolberan didomin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, hêzên rejîmê li herêma Ûrmiyeyê kemîn li pêşiya komek kolber danîn. Di encama êrîşê de kolberê bi navê Perwêz Cebarî (31) yê xelê gundê Mensurawa ya serbi Ûrmiyeyê, ji bo ku nekeve destê hêzên rejîmê , xwe li robarê avê da. Perwêz ji hêzên rejîmê reviya û di avê de fetisî û jiyana xwe ji dest da.

Li Pîranşarê jî hêzên rejîmî gule berdan komek kolber. Di encama êrîşê de kolberê bi navê Ako Qadrî birîndar bû.

Ako ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya Pîranşarê.