Li Şirnexê serdegirtina malan: Hejmara destgîrkiriyan gihîşt 27 kesî

Polîsên Tirk serê vê sibehê li Şirnexê avêtin ser bi dehan malan. Di serdegirtinan de herî kêm 27 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk li navçeyên Cizîr û Silopiyayê yên Şirnexê avêtin ser gelek malan. Di encama serdegirtinê de ji 33 kesên li wan digeriyan 27 kes destgîr kirin.

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne:

Navê kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn wiha ne: "Îdrîs Denîz, Îbrahim Kartal, Fahrettin Adıguzel,Muaz Îke, Îslam Îke,Reşît Salgucak,Mustafa Anak, Siddik Kılınç, Feyzî Yilmaz, Nezîr Yilmaz, Îsa Yılmaz, Mahmut Ataman,Temer Ulug,Enes Kûlter,Emîn Îbren,Mustafa Uysal,Sûleyman Goren, Besîm Katar, Hazim Kayaalp, Osman Kunur,Abdullah Eren,Sûleyman Onuk, Osman Coşkun, Îbrahîm Cavlak, Hasan Atak, Şukru Atak û Ahmet Atak.

Hate ragihandin ku di dema destgîrkirina Îdrîs Denîz de polîsan li du zarokên wî xistine. Her wiha hevdîtina bi parêzeran re li kesên hatin destgîrkirin hate qedexekirin. Hinceta destgîrkirinê nehate eşkerekirin.