Li Şirnexê bi girseyî serdana şînan kirin

Li Şirnexê ji bo 2 gerîlayên HPG’ê û şervana YPJ’ê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînan hat kirin.

Li Şirnexê ji bo 2 gerîlayên HPG/YJA Starê û şervana YPJ’ê ku di dîrokên cuda de şehîd bûbûn, şîn hate danîn. Rêveberên Partiya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kiri re (MEBYA-DER) çûn serdana şînê. 

Şîna Rezan Gungen (Rêzan Botan) ê di 6’ê Tebaxê di encama êrişa hewayî ya li Herêma Federe ya Kurdistanê de şehîd bûbû, li gundê Avgamasiya ya Şirnexê, şîna şervana YPJ’ê Hîcran Ecuz (Vejîn Jiyan) a li bajarê Hesekê di qezaya trafîkê de şehîd bûbû, li Taxa Cûdî ya Cizîrê, şîna Şehrîban Tekmenûray (Arjîn Sarya) a di sala 2022’yan di pevçûneke li Dersimê de şehîd bûbû, li gundê Bafê yê Hezexê hatibû danîn. Şande, yek bi yek çû serdana hemû şînan û ji bo malbatan sersaxî xwest.