Li Şirnexê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Şirnexê di serdegirtina malan de 3 kes ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatin destgîrkirin.
Li Şirnexê di serdegirtina malan de 3 kes ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hatin destgîrkirin.
Leşkerên artêşa Tirk vê sibehê avêtin ser hin malên li gundên Avga Masiya û Milga Şantiyê ya Şirnexê. Di serdegirtinan de Ferhan Katar, Muhîttîn Barinç û Emîn Çavlak hatin destgîrkirin.
Sedema destgîrkirinê nehate hînbûn. Hate ragihandin ku her sê kes birine Fermandariya Jendermeyan a Şirnexê.