Li Şirnex û Rihayê êşkence hate kirin û mirov hatin destgîrkirin

Li Şirnex û Rihayê operasyonên qirkirina siyasî hate lidarxistin. Di operasyonê de êşkence li pîrejina 90 salî hate kirin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê vê sibê polîsan bi ser malan de girt. Polîsên tîmên taybet di heman demê de bi ser mala biraziyê Hevşaredarê Hezexê Mûrat Şen ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, Nûrettîn Şen de jî girt. Hat zanîn ku di serdegirtinê de polîsan çek xist serê Nûrettîn Şen û îşkence lê kirine.

Tîmên taybet kelûpelê malbata Şen serûbin kirin. Bavê hevşaredar Mûrat Şen derxistin derve û li ber sir û seqema dijwar dan sekinandin. Her wiha polîsên tîmên taybet îşkence li dayika Hevşaredar Mûrat Şen, Fatma Şen a 90 salî kirin û dest û milê wê xistin ber sindoqê. Di dest û milê dayikê de birîn çêbûn û wêneyên dayikê ravekirina îşkenceyê radîxîne ber çavan. Polîsan serê Abdurrahîm Şen jî li dîwar xistin û ser û çavê wî birîndar kirin.

Hat ragihandin ku welatiyê bi navê Mehmet Fîdan jî hatiye destgîrkirin.

RIHA

Li taxên Sêwreg, Wêranşar û Hîlwanê leşkerên Tirk girtin ser malan û 16 kes destgîr kirin.

Li Sêwregê 12 kes, li Wêranşarê 3 kes û li Hîlwanê jî kesekî bi navê Salih Yildiz Hocaoglû hate destgîrkirin.