Li Şirnex û Colemêrgê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku li Geverê 4, li Şirnexê jî leşkerek hatiye kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku li Geverê 4, li Şirnexê jî leşkerek hatiye kuştin.
Di daxuyaniya HPG’ê de, nasnameya 2 gerîlayên ku li Mûşê şehîd bûne jî hatiye eşkerekirin. Dîsa HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Qers û Mêrdînê jiyana xwe ji dest dane jî eşkere kir.
Daxuyaniya HPG’ê ya li ser malpera xwe ya fermî belavkirî wiha ye:
LI GEVERÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremû û Şehîd Nalîn Mûş de, 10’ê Tebaxê saet 11:00’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker a ku ewlekariya rêya Girê Elîşêr ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê digirtin çalakiyek lidar xistin. Di encama lêxistina baş a vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 4 leşker hatin kuştin, kepçeyek jî hate derbkirin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi obus û hewanan qad bombe kir.
LI ŞIRNEXÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN
9’ê Tebaxê saet 08:20’an hêzên me, li dijî leşkerên artêşa Tirk a mêtinger a li Girê Gundikê Melê yê girêdayî Şirnexê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya hêzên me bi awayekî pir xurt li çeperan lêxistin de, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.
LI MÛŞÊ 2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DANE
8’ê Tebaxê saet 10:00’an artêşa Tirk li devera Şeyayla ya sêgoşeya Amed, Mûş û Çewligê dest bi operasyonekê kiribû. Hêzên dijmin ên ku bi helîkopteran leşker li deverê danîn, bi helîkopterên Kobra jî qad bombe kirin. Piştî danîna leşkeran di navbera hêzên em û leşkerên artêşa TC’ê de şer derketiye. Di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin. 2 gerîlayên me yên ku bi qehremanî li dijî hêzên dijmin şer kirin şehîd ketine. Operasyon 9’ê Tebaxê ji qadê vekişiyaye.
Nasnav: Azad Sîser |
Nasnav: Rojhat Andok |
27’ê Tîrmehê artêşa Tirk, li herêma Stlîlê ya girêdayî navçeya Omerya ya Mêrdînê dest bi operasyonekê kiribû. Di operasyonê de di navbera hêzên em û leşkerên Tirk de şer derketibû. Di şer de hevrêyê me Pala Kawa li dijî dijmin bi qehremanî şer kir û gihişte şehadetê. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wiha ye:
Nasnav: Pale Kawa |
Di daxuyaniya me 29’ê Tîrmehê dabû de, me nasnameya 5 hevrêyên xwe yên ku 6’ê Tîrmehê li herêma Çemçe ya Qersê şehîd bibûn parvekiribû. Tenê nasnameya hevrêyê me yê bi nasnav Mordem ji aliyê me ve hatibû zelalkirin û parvekiribû. Agahiyên têkildarî nasnameya hevrêyê me wiha ye:
Nasnav: Armanc Karayazi |