Li Şirnex, Colemêrg û Sêrtê 14 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li Şirnex, Colemêrg û Sêrtê li artêşa Tirk xistin. Di çalakiyan de herî kêm 14 leşker ahtin kuştin, 8 çeper hatin rûxandin û derb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

LI GEVERÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ BENDA KONTROLÊ

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 1'ê Tebaxê saet 23'an li gundê Şirvanê yê navçeya Gever a Colemêrgê li dijî bendeke kontrolê ya artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

DI ÇALAKIYA SABOTAJÊ DE LEŞKEREK MIR

Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û wesayitên zirxî roja 2'ê Tebaxê li herêma gundên Şavte, Sêkranê û Şêrvanê dest bi operasyonê kir. Hêzên me heman rojê saet 11:30'î li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Piştî çalakiyê vê yekîneya operasyonê xwe ji herêmê vekişand. Ev operasyon bi desteka yekîneyên veşartî hîn dewam dike.

LI ŞIRNEXÊ 8 ÇEPER HATIN RÛXANDIN, 11 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 1'ê Tebaxê saet 02:10'an li herêma Navyana Şêxa ya Şirnexê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker a li ser girekî nêzî Girê Misto bû, çalakiyek pêk anîn. Ji çar baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate xistin û 8 çeperAên dijmin ên li ser gir bi temamî hatin rûxandin. Cebilxane û dozereke li ser gir jî hatin rûxandin. Di çalakiyê de 11 leşkerên dijmin hatin kuştin û gerîlayên me çûn ser hemû cenazeyan. Çekek BKC jî ji ser cenazeyên leşkeran hate rakirin. Piştî çalakiyê qereqolên li qadên Navyana Şêxa, Çelê Nimêja, Tumena Şirnexê û Tûgaya Besta Bilûzera obus û hawan avêtin derdorê. Ji ber bomberdûmana giran şewat bi daristana li herêmê ket.

JI BER BOMBERDÛMANÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Artêşa TC a dagirker heman rojê saet 16'an bi balafirên bê mirov dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker di dema operasyonê de herêm bi balafirên şer bomberdûman kir. Ji ber bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûn. Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne piştî ku hatin zelalkirin wê ji raya giştî re bên eşkerekirin.

2 LEŞKER LI BERWARIYÊ HATIN KUŞTIN

Roja 25'ê Tîrmehê, artêşa TC a dagirker li qada Çemê Karê ya navçeya Berwarî ya Sêrtê dest bi operasyonê kir. Çalakiyên hêzên me yên li dijî yekîneyên operasyonê didomin. Sibeta 2'ê Tebaxê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li dijî leşkerên li ser girê Şehîd Sorxwîn çalakiyek hate kirin. Bi derbên xurt 2 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

LI ELKÊ DERB LI HELÎKOPTEREKÊ HATE XISTIN

29'ê Tîrmehê saet 6'an di çarçoveya pêngavê de li qada Deriyê Berana ya navçeya Elkê ya Şirnexê, li helîkoptereke artêşa TC a dagirker a bi tîpa Skorsky hate xistin. Derbên giran li helîkopterê ketin."