Li Şênê ji bo qereqol û baregehên leşkerî dar têne birîn

Li herêma Şênê ku dewleta Tirk bi biryarnameyekê ji Amedê girt û bi ser Mûşê ve kir, ji bo çêkirina baregehên leşkerî û qereqolan dar têne birîn.

Herêma Şênê ku di nav sînorên navçeya Pasûrê ya Amedê de ye, sala 2021'ê bi biryarnameya Serokkomariyê bi Mûşê ve hat girêdan.

Li vê herêmê xebatên avakirina qereqol û bargehên leşkerî dewam dike. Di meha Adarê de ji ber xebatên rê yên leşkerî dar hatibûn birîn. Vê carê jî ji bo qereqol û baregehên leşkerî li ser girên bilind bê çêkirin dest bi birîna daran kirin.

Li qadeke berfireh dar têne birîn, li traktoran tên barkirin û li nêzî Çemê Hişk tên berhevkirin.

Darên ku li kêleka çem hatine veşartin, piştre bi kamyonan dibin bajarên cuda.