Li Şengalê xebatên xizmetguzarî û avadaniyê

Li Şengalê rêveberiyên xwecihî xebatên xwe yên avadanî û xizmetguzariyê di şert û mercên zehmet ên şewba vîrusa korona de jî didomîne. 

Li Şengalê piştî fermanê heta niha xebatên avadanî û xizmetguzariyê bê navber tên kirin. Şaredariyên gel ên Şengalê bi derfetên xwe, ji aliyekî ve xirbeyên ji ber hilweşîneriya DAÎŞ'ê pêk hatî paqij dikin, li aliyekî ve jî xebatên xwe yên avadaniyê didomînin. 

Di vê dorhêlê de heta niha li hemû gund, komalgeh, nehiye û navçeyên Şengalê di serî de sazî û dezgehên sereke yên pêwîstiyên gel ên weke av, kehrebe, rê, pir, nexweşxane û hwd. hatine avakirin. DAÎŞ’ê ne tene di warê civakî de, di warê avadanî û binesazî de jî hilweşîneke mezin li tevahiya Şengalê pêk anîbû. 

Piştî rewşa pandemiya vîrusa koronayê li tevahiya cihanê gihaşt asteke metirsîdar, li herêma Şengalê jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê(MXDŞ) biryara girtina hin tedbîran da. Hem ji aliyê tenduristî û nexweşxaneyan de, hem jî ji aliyê sûk û bazaran de hin tedbîrên pêşîlêgirtina koronayê hatin girtin. 

Lê belê ji bo gel mexdûr nebe, hem MXDŞ, hem jî saziyên xizmetguzariyê, şaredarî û meclîsên gel bi tevkarî xebatên xwe didomînin. Di serî de di qadên weke rê, pir, av, paqijî, kehrebe, tenduristî, debar hwd xebatên şaredariyan bê navber didomin.

Di vê dorhêlê de şareradariya Borik rêya diçe nexweşxane û gund çêkir. Xebatkarên şaredariyê dan zanîn ku wê hem riya nexweşxaneyê hem jî rêya nava gund çêbikin. 

Niştecihên gundê Borik dan zanîn ku îdareya navendî ya Iraqê heta niha xizmetek ji bo civakê nekiriye, cara yekê ye Şaredariyên Gel xizmeteke wiha ji gundê wan re dike. Xelkê gund keyfxweşî û spasdariyên xwe, xebatkarên şaredariyê jî keyfxweşiya xwe ya ji bo xizmeta milet anî ziman.