Li Şengalê tevdîrên li dijî belavbûna vîrûsê

Di çarçoveya tevdîrên dijî vîrûsa Koronayê li Şengalê derketina derve qedexe ye. Rêveberiya Xweser a Şengalê biryar wergirt ku dema qedexeya derketina derve heta 1'ê Nîsanê bidome û bang li şêniyên herêmê kir ku li gorî biryarê tevbigerin.

Her welat li gorî derfetên xwe li dijî belavbûna vîrûsê tevdîran werdigirin ku heta niha dermanek jê re nehatiye peydakirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi heman armancê ji 16 heta 26'ê Adarê derketina derve qedexe kiribû.

Ji ber ku îro dema hate diyarkirin bi dawî bû Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek weşand û dema qedexeya derketina derve dirêj kir.

Di destpêka daxuyaniyê de spasiya Şengaliyan hate kirin ku bi tevdîr tevdigerin û ji bo parastina ji nexweşiyê bi ya rayedaran dikin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Şengal heta niha ji vê nexweşiyê paqij e û hate gotin, "Her ku diçe ev nexweşî zêde dibe, bi zehmetir û aloztir dibe. Heya niha tu derman jî nehatiye peydakirin ji derveyî xwe parastinê. Tenê xwe parastin çareseriya vê vîrusê ye."

Rêveberiyê bang li gelê Şengalê kir ku hîn bêhtir hişyar be, xwe biparêze, rewşeke lezgîn nebe ji malê dernekevin.

Rêveberiya Xweser hişyarî da ku eger nexweşî derbasî Şengalê bibe wê gel bikeve nava rewşeke metirsîdar û diyar kir, "Derfetên tenduristiyê yên li Şengalê kêm in. Ji bo em nekevin zor û zehmetiyan, xweparastin dermanê herî rast e. Lewma beriya her tiştî divê em tevdîrên xwe yên parastinê bigirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku divê li Şengalê kombûnên mezin çênebin, şahî û dawet bên rawestandin, ji derveyî dikanên pêwîstiyên jiyanê, divê dikan hemû li tevahiya komelgehan bên sekiandin.

Rêveberiyê ji gelê Şengalê xwest ku li gorî biryarên Komîteya Maseya Krîzê tevbigere û destnîşan kir ku ev biryar ji bo her kesî derbas dibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Desteya Rêveber a Şengalê em dema qedexeya derketina derve heta 1'ê Nîsanê dirêj dikin" û hate ragihandin ku ew hêvî dikin gelê wan tenduristiya xwe biparêze û li gorî vê biryarê tevbigere.