Li Şengalê meş: Divê hurmetê ji vîna Êzîdiyan re were girtin

Pêkhateyên li Şengalê Meclîsa Şengalê ya di dest PDK'ê de ye û qeymeqamê berê şermezar kirin û daxwaz ji Iraqê kirin.

Pêkhateyên li Şengalê li dijî wê biryarê derketin ku qeymeqam û Meclîsa berê ya di dest PDK'ê de li Şengalê vegere û li Sînûnê bi meşekê ev biryar şermezar kirin.

Meşa ku ji hêla Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê ve hatî organîzekirin, bi pêşengiya Şandeya Hevalbendiya Şengalê dest pê kir. Gelek pêkhateyên Êzîdî û ji Şengalê tevlî vê meşê bûn, ku meş ji ber avahiya Meclîsa Gel a Sînûnê dest pê kir. Dema meşê, xwepêşandêran gotin, ''Bijî Êzîdxan, bimrin bêbext''. Piştî meşê ku heta bi rêya sereke ya Sînûnê dom kir, daxuyaniyek hate belavkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin, ''Her kes baş pê dizane ku gelên Şnegalê ji mafê îdarî, siyasî û xizmetê bêpar hatine hiştin. Û dîsa her kes pê dizane ku 74 caran qira Êzîdiyan anîne. Em berevaniyê li mafê mirovan dikin û ji bo mafê mirovan têdikoşin. Em dixwazin ew kesên ku bûne sedem bi sedan Êzîdî werin revandin û kuştin, werin darizandin.''

DAXWAZ

Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê hate kirin û hate gotin;

"Em naxwazin îdeareya berê ya Şengalê ku bûne sedema komkujiya 74'an û bûne sedema siyaseta Barzanî ya li Şengalê, li Şengalê vegerin.

Em Şengalî dixwazin xwe rê ve bibin. Em naxwazin çi kesî dî me rê ve bibe.

Em bang li hikûmeta federal û Saziyên Mafê Mirovan dikin, bila di meclîsa Şengalê de Şengalî hebin.

Em bang li rêxistinên mafê mirovan û rayedaran dikin. Bila di cih de dawî li siyaset û plangeriyên li ser Şengalê were û hurmet ji vîna gelê Êzîdî re were girtin."