Li Şengalê mayîn teqiya: Ciwanek jiyana xwe ji dest da
Li Şengalê di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ’ê yên ji berê de bi cihkiribû, ciwanekê jiyana xwe ji dest da.
Li Şengalê di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ’ê yên ji berê de bi cihkiribû, ciwanekê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Gir Ezer ê Şenglê di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ’ê yên ji berê li malakê bicih kiribû de, ciwanê bi navê Elî Mûrad ê 25 salî jiyana xwe ji dest da.
Elî Mûrat li gel malbata xwe li Kampa Çem Miko ya Dihokê dima, îro ji bo serdana mala xwe ya li Girê Ezer bike mayîn teqiya.