Li Şengalê Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bîranîn

Şehîdên Komkujiya Parîsê li Şengalê bi meşekî girseyî hatin bîranîn.

Gelê Êzidî û Ereb bi meşeke girseyî Komkujiyên Parîsê yên 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an û qetilkirina Şehîd Menal Mardîn şermezar kirin.

Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî ve hate organize kirin, li ber avahiya Meclîsa Nahiya Sinûnê destpê kir û heta Çerxeriya Mam Zekî dewam kir.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên Şehîdên Komkujiya Parîsê ya Yekemîn û Duyemîn û Şehîd Menal Mardîn hatin hildan. Di dema meşê de dirûşmeyên “Şehîd Namirin” , “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Şengalê” hatin berzkirin.

Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suhma Dexîl daxuyanî da.

Suhma Dexîl Komkujiya Parîsê Yekemîn şermezar kir û wiha got: “Li pişt vê komkujiyê dewleta Tirk a dagirker heye. Lê mixabin heta niha dewleta Fransayê vê komkujiyê zelal nekiriye. Ji ber vê careke din bi heman rêbazê komkujiyek din pêk anî û di encama komkujiyê de şoreşgera jin Evîn Goyî û 2 welatparêz hatin qetilkirin.

Ger dewleta Fransa kujerê komkujiya 9’ê Çileya 2013’an eşkere kiriba wê ev komkujiya dawî pêk ne dihat. Ger dewleta Fransayê hevkariya dewleta Tirk nekiriba dewleta Tirk nedikarî van komkujiyan pêk bîne.”

Suhma Dexîl diyar kir ku ji bo ku ev komkujî careke din dubarê nebin, jin û gel li seranserî cîhanê li ser piyan in û wiha dewam kir: “Heta ku kujer neyên darezandin em ê dest ji vê dozê bernedin. Li ser xeta Sara, Rojbîn, Ronahî û Evînan têbikoşin û hesap ji kujeran were pirsîn.

Di vê çarçoveyê de qetilkirina heval Menal Mardîn ji van komkujiyan ne qut e û kujer jî dewleta Tirk a dagirker e. Em gelê Êzidî heta ku hesap ji dijmin neyê xwestin, kujer neyên darezandin û Şengalake xweser neyê avakirin em dest ji vê dozê bernadin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” û “Bijî berxwedana gel û jinan” bi dawî bû.