Li Şemzînanê 3 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Şemzînanê polîsên dewleta Tirk avêtin ser malan û bi hinceta parvekirinên li medya dîjîtal 3 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê polîsan bi malan de girtin û 3 kes destgîr kirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şemzînanê yê bere Cabbar Taş, Habîl Alîoglû û Ergîn Avci yên bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal hatin destgîrkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Şemzînanê. Di dema serdegirtina malê de polîsan dest danîn ser telefoneke ku ne ayde Taş bû.