Li Şemzînan û Bedlîsê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li Şemzînan û Bedlîsê yên bi ser artêşa Tirk de ragihand.

 

 

Daxuyaniya di sîteya HPG’ê de wiha ye:

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ

Di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînanê ya Colemêrgê bi ser artêşa TC’ê ya dagirker de girtin.

13’ê Tebaxê saet 05.20’an hêzên me li Şemzînanê bi ser qereqola Çemêkurkê ya artêşa TC’ê ya dagirker de, bi ser asayişa wê de girtin. Di çalakiyê de derbên serkeftî li mewziyên dijmin ketin, diyar nebû bê ka çend ji leşkerên dijmin hatin kuştin û çend birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi obûs û hawanan qad da ber bomebeyan.

14’ê Tebaxê saet 16.30’an hêzên me li nêzî girê Harûna ya Şemzînanê yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ji xwe re kirine hedef. Hêzên me ji nêz ve li yekîneyên dijmin xistin û di encamê de tespîtbûyî 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakî artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran  li derdorê reşand, saet 20.00’an kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptêra bi tîpa Skorskyê kuştî û birîndarên xwe rakirin.

14’ê Tebaxê seat 15.45’an hêzên me bi ser leşkerên dagirker de ku  li girê Ronahî yê Şemzînanê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di çalakiyê de leşkerên di mewziyên gir de bûne hedef, diyar nebû bê ka ji leşkerên dijmin çend hatin kuştin û çend birîndar bûn.

Van 4 rojên dawî artêşa TC’ê ya dagiker li Sêmala, Bêtkarok, Şehîd Axîn, Koordîne, Xuro, Soranser û Dola Bêrmeşa ya Şemzînanê ya Colemêrgê yekîneyên xwe bi cih dike. Hêzên dijmin ku li taxên Şapatan, Bêtto, Êlde û Meydan kemînan vedide heftiyekê qedexeya derketina derve ragihand.

PLANÊN GEMARÎ YÊN ŞAPATANÊ

Herî dawî 14’ê Tebaxê saet 17.30’an ev yekîneyên xef li navbera malên taxa Betto ya li qada Şapatanê ya Şemzînan a Colemêrgê mayin danîn û piştre ev mayin teqandin. Di encama van teqînan de bax û baxçeyên gundiyan zirar dîtin. Divê kesek neyê lîstikên artêşa TC’ê ya dagirker ku dixwaze bi planên genî gel û gerîla bîne pêşberî hev. Ti têkiliya vê bûyerê bi hêzên me re nîn e û ev provakasyona hêzen dagirker e.

LI BEDLÎSÊ ÇALAKIYA YJA-STAR’Ê

Di nav çarçoweya Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de hêzên me yên YJA-Starê 14’ê Tebaxê saet 18.00’an li dijî qereqola Şêx Cuma ya Bedlîsê, li dijî leşkerên ku li baxçe kom bûbûn çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatin kuştin û çend birîndar bûn nayê zanîn.

LI AMED Û ERZÎNGANÊ OPERASYON

12’ê Tebaxê saet 19.00’an artêşa TC’ê ya dagirker li qada Şehîd Kawa ya Farqîn a Amedê operasyonek li dar xist. Di operasyonê de helîkoptêrên êrîşê yên kobrayê qad dane ber bombeyan.

12’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li gundê Metmûr, Dêrik, Beşîştê û Herpeknê operasyonek daye destpêkirin. Leşkerên dijmin di operasyonê de erazî şewitandin, 13’ê Tebaxê êvarî bêyî ku encamekê bistînin vekişiyan.

11’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li çiyayê Mîlan a Erzînganê operasyon da destpêkirin, her wiha heman rojê leşkerên dijmin bi helîkoptêrên skorsky leşker li qadê danîn, 13’ê Tebaxê bê encam operasyon vekişiya.