Li Şaxê ya bi ser Wanê 35 kes hatin binçavkirin
Li Şaxê ya bi ser Wanê di destê sibehê de polîsan avêtin ser malan û li vê derê 35 kes hatin binçavkirin.
Li Şaxê ya bi ser Wanê di destê sibehê de polîsan avêtin ser malan û li vê derê 35 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin li Şaxê ya bi ser Wanê û li gundên wê polîs û jendirmeyên yekîneyên taybet avêtin ser malan. Polîs û jendirmeyan deriyên malan şikandin û li vê derê, rêveberên HDP û DBP’ê jî di nav de 35 kes binçav kirin.
Nehat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin, birine ku derê.