Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê serokê daîreyan xizmên xwe dixin kar

Şaredariya Bajarê Wezin a Wanê ya ku qeyyûm li ser wê hatiye peywirdarkirin serokên daîreyan xizmên xwe dixin kar.

Şaredariya Bajarê Wezin a Wanê ya ku ji aliyê qeyyûm Mehmet Emîn Bîlmez tê rêvebirin gendelî, bertîl û dizî gelekî zêde ye. Niha jî serokên daîreyan xizmên xwe dixin kar. Di şaredariyê de ji heman paşnavî gelek kes di şaredariyê de hatine bicihkirin. Midûrê Şaxa Parastin û Kontrola Derdorê Mûrat Turlu birayê xwe Hakan Turlu li heman departmanê kiriye midûr. Serokê Daîreya Parastin û Kontrolê Serkan Başdînç jî birayê xwe Mîthat Başdînç û pismamê xwe Mûhammed Başdînç jî xistiye kar.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê par jî wê 15 zabite bistenda, li gorî pûanê KPSS’ê  ji nav 15 kesan, bi tenê 2 kes ji ‘mulakat’ê derbas bûn û ketin kar. 13 kesên di KPSS’ê de pûanekî baş stendin jî di ‘mulakat’ê de man.

Di 17’ê Berfanbara 2021’an de jî ji bo kadroya ajovaniyê 70 kes wê bihata stendin lê derketibû holê gelek kesan ji bo têkevin kar bertîl dane.

Herî dawîn wê 33 ajovan bihatina stendin lê Trabzon di serî de gelek kesên ji bajarên din hatibûn, îkameta wan li Wanê hatibû çêkirin û ev kes xistibûn kar.