Li Îranê mamosteyê bi Kurdî îfade da, hat destgîrkirin
Li bajarê Sineyê, Ûmêd Muşîr Penavî ku endamê Navenda Çandê ya Nûjînê ye, ji ber ku bi Kurdî îfade da, ji aliyê hêzên Îranê ve hat destgîrkirin.
Li bajarê Sineyê, Ûmêd Muşîr Penavî ku endamê Navenda Çandê ya Nûjînê ye, ji ber ku bi Kurdî îfade da, ji aliyê hêzên Îranê ve hat destgîrkirin.
Hat ragihandin ku mamosteyê Kurdî Ûmêd Muşîr Penayî ku endamekê saziya Navenda Çandê ya Nûjînê ye, 23’yê Sibatê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye destgîrkirin.
Di daxuyaniya navendê de hat diyarkirin ku mamoste Ûmêd Muşîr Penayî ji bo îfade bide ji aliyê saziya îstixbaratê ve bang lê hatiye kirin û ji ber ku bi Kurdî îfade daye, hatiye destgîrkirin.