Li Îranê kolberek din jî mir- NÛ BÛ

Hêzên rejîma Îranê li derdora gundê Beytûşê Alan a Serdeştê êrîşî komeke Kolber kir. Di êrîşê de kolberê bi navê Yûnîs Îbrahîm dema dixwest rizgar bibe ji zinaran ket û mir.

Li gorî çavkaniyekî bi ewle ragihandinî, sibeha Înê hêzên rejîma Îranê êrîşî komeke kolber ên li derdora gundê Beytûşê Alan a Serdeştê kirin.

Ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê kolber neçar man bi barê xwe ve birevin û di encamê de kolberê bi navê Yûnîs Îbrahîmî ji zinaran  ket û mir.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê di 1’ê Mijdarê de rapora êrîşên li ser kolberan a di meha Cotmehê de eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Cotmehê de rejîma Îranê 6 kolber qetil kiriye û 14 kolber jî birîndar kiriye.