Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zext û berxwedan didome

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hem zext û zordariya dewleta Îranê hem jî berxwedana li dijî vê yekê dewam dike.

Pêla girtin û destgîrkirina çalakvanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didome. Tevî zext û girtinan jî gel bi awayekî girseyî û hêrseke mezin çalakiya xwe ya protestoyî didomîne.

Komek jinên aktîvîst li bajarê Merîwanê li hev civiyan û bi berzkirina dirûşmeyên li dijî hikûmetê peyama 'Jin, Jiyan, Azadî' dan.

Li bajarê Ciwanroyê ku nêzî hefteyekê ye di bin kontrola leşkerî de ye, serdegirtina malan û destgîrkirina çalakvanan didome. Dema navên hin kesên hatine destgîrkirin hatin parvekirin, gelek hêzên leşkerî li kolanan hatin bicih kirin.

BI ÊŞKENCEYÊ HATIN QETILKIRIN

Li navçeya Semîrom a Esfehanê ku di nava hefteyê de çalakiyên girseyî lê hatin lidarxistin, gelek hêzên leşkerî lê tên bicihkirin. Serdegirtin û destgîrkirin pêk tên.

15 jinên aktîvîst ên ku di dema çalakiya li Girtîgeha Keço ya bajarê Kerecê de hatibûn destgîrkirin, li dijî dewamkirina girtina xwe û helwestên hêzên dewletê dest bi grevê kirin.

Li gorî rapora Komîteya Şopandina Rewşê ku duh hat weşandin, 16 kes di lêpirsînên navendên destgîrkirinê de, bi êşkenceyê hatine qetilkirin. Û hate gotin ku, hin ji kesên jiyana xwe ji dest dan jî di dema çalakiyan de ji ber guleyên polîsan birîndar bûn û dûre ji ber ku li navendên ragirtinê yên lê ne hatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de nasnameya 16 kesên ku bi êşkenceyê hatin qetilkirin jî cih girtin. Li gorî vê yekê Ramîn Fatehî, Yousef Raîsî, Mohammad Lotfullahî, Hamed Selahshour, Shadman Ehmadî, Shahrîar Adelî, Ehmad Goudarzî, Amîr Javad Asadzadeh, Heyman Aman, Esmaeîl Dezvar, Omîd Hassanî, Mohammad Hajî Rasoulpour, Ilîad Rahmanîpour, Mîlad Khoshkam, Saman Ghaderpour û Mehdî Eshkezar ji ber bi êşkenceyê lêpirsînên wan hatine kirin û nehatine dermankirin jiyana xwe ji dest dane. 

Serokê Olî yê Îranê Elî Xamineyî di hevdîtina bi hin alîgirên jin ên dewletê re diyar kir ku, mijara sergirtina Îslamî pêwîstiyeke rewa ye û got, ew ê ji vê yekê bi paş ve gavê neavêjin.